YBŞ/YPJ: 3’ê Tebaxê berdewama komployê ye
Fermandariya Giştî ya YBŞ-YPJ-Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û komploya 15’ê Sibatê şermezar kir.
Fermandariya Giştî ya YBŞ-YPJ-Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û komploya 15’ê Sibatê şermezar kir.
Fermandariya Giştî ya YBŞ-YPJ-Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û komploya 15’ê Sibatê şermezar kir. Fermandariyê da zanîn ku komkujiya 3’ê Tebaxê berdewama Komploya 15’ê Sibatê ye û hat gotin ku wê li dijî bedewamkarê komkujiyê çeteyên DAIŞ’ê têkoşînê bilind bikin.
Fermandariya YBŞ-YPJ- Şengalê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir û got: “Hêzên paşverû û hêzên navneteweyî bi komkujiya 3’ê Tebaxê re ku berdewama komploya 15’ê Sibatê bû re, xwestin bi destê DAIŞ’ê Kurdan tine bikin.”
DIXWAZIN KOMPLOYÊ LI ŞENGAL Û KOBANÊ BIDOMÎNIN
YBŞ-YPJ’ê diyar kir ku ji bo komplo vala derkeve divê hemû ciwanên Êzidî û gel tevlî YBŞ’ê bibin û di berxwedana Şengalê de cih bigirin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir:
“15’ê Sibatê ku bo Kurdan wek roja reş tê zanîn dikeve sala 17’an. Em careke din komployê şermezar dikin û komkujiyên ku îro li dijî gelan û civaka Êzidî pêk tên wek berdewama komkujiyan digirin dest. Komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêbertiya me hat destpêkirin û di 15’ê Sibata 1999’an teslîmî dewleta Tirk hat kirin, îro jî li Şengal û Kobanê hewl tê dayîn ku bê meşandin.
Komkujiya di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî civaka me yê Êzidî hat pêk hat wek komkujiya 74. hat bi navkirin û ev parçeyekî komploya li dijî Rêbertiya me pêk hatibû. Çawa ku hêzên komploger yê navneteweyî bi 15’ê sibatê xwestin ku di şexsê Rêber Apo de îrade û rêxistibûna gelê Kurd bişikînin, bi komkujiya 3’ê Tebaxê re jî rastiya Kurd hedef hat girtin. Em wek şervanên Êzidxanê bi hişmendiya vê rastiyê re nêzî komploya 15’ê sibatê û berdewama wê 3’ê Tebaxê dibin. Û têkoşîna me ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê beyî navber didome. Em soza xwe ya azadkirina Şengalê û mezinkirina têkoşînê didin Rêbertiya xwe, gelê xwe û gelê Kurd. Ji bo valaderxistina komployê divê hemû ciwanên Êzidî û gelê me tevlî YBŞ-YPJ’ê bibin.”