CDK-F ji bo meşa Strasbourgê banga tevlîbûna xurt kir

CDK-F, ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li bajarê Fransa Strasbourgê banga tevlîbûnê kir.

CDK-F, ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li bajarê Fransa Strasbourgê banga tevlîbûnê kir.

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, banga tevlîbûna xurt kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku girîng e pêkhateya tevahiya Kurdistaniyên li Ewropayê, saziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be û hat denstîşankirin, ku heta Ocalan azad bibe divê di her kêliyê de çalakî were lidarxistin. CDK-F got, "Em ê serketina Kobanê bi azadiya Rêber Apo û tevahiya Kurdistanê re tacîdar bikin."

CDK-F da xuyakirin ku di salvegera 16. de Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn xwe amade dikin, bi meşek mezin lanetê li komploya navneteweyî bînin û bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Fransayê dijîn kir, ku di 14'ê Sibatê de beşdarî meş û mîtînga li Strasbourgê bibin.