Şandeyek Parlamenta Başûrê Kurdistanê Şaredariya Amedê ziyaret kir
Şandeyek ji Parlamenta Başûrê Kurdistanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir.
Şandeyek ji Parlamenta Başûrê Kurdistanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir.
Şandeyek ji Parlamenta Başûrê Kurdistanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir.
Şandeyeke Parlamenta Başûrê Kurdistanê hate serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli. Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku Kurdan li Şengal, Mexmûr û Kerkûkê axa xwe parastine, ji bo nirxên gerdûnî têkoşîn kiriye û bi hev re canê xwe di ber welatê xwe de daye.
Şandeya Parlamenta Başûrê Kurdistanê ku ji Alî Halo, Salar Mehmûd, Muhammededalî Yasîn Taha, Êvar Îbrahim Hussein, Najîba Latîf Ahmed, Kamal Yalda Margûz, Bihar Abdulrahman Muhammed, Parwa Alî Hama û Amanc Îsmaîl Osman pêk dihat, îro saet di 09.00 serdanek bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk anî.
Şande li ber deriyê protokolê yê Şaredariyê bi kulîlkan ji aliyê Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli, Hevşaredarên Rezanê Eşref Guler û Bîrsen Akat Ata, Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin û Sekreterê Giştî Fethî Suvarî û Alîkara Sekreter Rojda Balkaş, endamên meclisê Erkan Erencî, Zahît Çiftkuran û A. Serra Bucak Kuçuk ve hate pêşwazîkirin.
Serdan ji aliyê çapemeniya şaredarî û çapemeniya kurdî ve bi baldarî hate şopandin û axaftina pêşwazîkirinê ji aliyê Hevşaredar Firat Anli ve hate kirin. Anli bal kişand ser hevgirtin û yekrêziya navbera Kurdan û got, “Gelê me çawa serê vê sedsalê azadiya xwe bi dest xwe ve aniye, her wisa ew ê bi hev re li dijî êrîşên çeteyan jî têkoşînê bidin û wê wan ji nav bibin. Li Rojhilata Navîn gelên Kurd, Tirk, Fars, Ereb, Ermen û gelên din, ligel bîr û baweriyên wek êzidî, elewî, sunî, şiî, mesewî û îsewî wê bi hev re bijîn.” Anli bal kişand ku keç û xortên gelê kurd li Şengal û Kobanê bi hev re, mil bi mil li dijî êrîşan ber xwe dan û canê xwe dan û got, “Ev ji bo me pir bi qîmet e.” Anli, li ser navê gelê Amedê bixêrhatina mêvanan kir û got, “Hûn bi ser ser û çavan hatin.”
HALO: EM DIXWAZIN TÊKILIYÊN CIVAKÎ, ÇANDÎ Û SIYASÎ BI PÊŞ VE BIXIN
Piştre berdevkê şandeya Parlamenta Başûrê Kurdistanê Alî Halo axivî, li ser navê Serokê Parlamentê û Parlamentê gelê Bakur silav kir. Halo destnîşan kir ku Parlamenta Başûrê Kurdistanê têkiliya bi Tirkiye û herêmê re gelekî girîng dibîne, ew têkiliyên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê gelekî hêja dinirxîne û got, “Bajarê Amedê di dema desthilata partiyên bi kevneşopiya HDP'ê de gelekî bi pêş ve çûye, ew hêjayî pesindanê ye.”
Halo weha axivî: “Têkiliyên me yên siyasî hatine asteke baştir. Em dixwazin têkiliyên civakî û çandî jî xweştir bin. Li Rojhilata Navîn rewşeke nû pêk tê, me divê di vê rewşê de Kurd bi hev re di warê siyasî, civakî, neteweyî û çandî de destketiyên baştir bi dest bixin. DAIŞ ji bo Rojhilata Navîn xeterek mezin e. Beşeke mezin a ajandaya DAIŞ'ê ax û welatê Kurdistanê ye. Ji ber vê jî ji bo me yekrêziya neteweyî bi hemû pêkhateyên welatên me re (êzidî, şebek, turkman, Asûrî-keldanî) gelekî girîng e. Wek tê zanîn, hinek derdor çi rasterast çi jî neyekser piştgiriya DAIŞ'ê dikin. Ji ber vê jî serketina me ya li Kobanê, Mexmûr û Kerkûkê, serketina cîhana demokrasiyê ye. Îro li Başûr û Rojavayê Kurdistanê Kurd li dijî terorîzmê têdikoşin. Kurd, bereyê demokrasî yê li dijî terorê ne. Lewre jî êrîşa bi ser Başûr heman demê êrişa bi ser Tirkiye, Îran, Iraq û Surî ye. Ji bo pêşwazîkirina we ya jidil ez dîsa spasiya we dikim.”
'TÊKOŞÎNA KURDAN AZADIYÊ TÎNE ROJHILATA NAVÎN'
Piştre Hevşaredar Gultan Kişanak jî kêfxweşiya xwe bi pêşwazîkirina şandeya Parlamenta Başûrê Kurdistanê ya li Amedê anî ziman û ev seradan ji bo têkoşîna demokrasiyê wek gaveke mezin nirxand. Kişanak kêfxweşiya xwe anî ziman ku nîviya şandeyê ji jinan pêk tê û got, di şandeyê de nûnerên ji partî û hîzbên cuda cuda jî nîşana demokrasiya nav Kurdan e. Kişanak bal kişand ku têkoşîna Kurdan di wê astê de ye ku ji tevahiya Rojhilata Navîn re wekhevî û demokrasiyê bîne û got, berxwedana li Kobanê, Mexmûr û Şengalê nîşana vê yekê ye. Kişanak got: “Divê hemû dinya qîmetê vê bizanibe. Em ziman, dîn û axa xwe diparêzin, di heman demê de em nirxên mirovahiyê diparêzin. Hûn dîsa ser ser û çavan hatin. Ji bo têkoşîna we daxwaza serfiraziyê dikim.” Şandeya Başûr, li Amedê serdan û geryana xwe didomîne.