‘Divê hunermend û rewşenbîrên Rojhilat di eniya pêş de bin’

Endamê Komîteya Çand û Huner a KADAR Kawa Gever da zanîn ku divê di salvegera komploya navneteweyî de hunermend û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê ji çalakiyan re pêşengiyê bikin.

Endamê Komîteya Çand û Huner a KADAR Kawa Gever da zanîn ku divê di salvegera komploya navneteweyî de hunermend û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê ji çalakiyan re pêşengiyê bikin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyan de bi gel re bin.

Gever got ku Kurdên xwedî li Rêbertî derdikevin ne tenê li Rêber Apo, di heman demê de xwedî li hebûna xwe jî derdikevin. Gever bi wesîleya 16. salvegera komploya 15’ê Sibatê ji ANF’ê re axivî.

Kawa Gever da zanîn ku ji bo sala 16’ê ya komploya navneteweyî bi giştî vala derkeve divê gelê Kurd li dijî komployê xwedî li Rêbertiya xwe derkeve û çalakiyên xwe bi rêxistinek xurt û veguherînin têkoşîna her tim. Gever wiha berdewam kir: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî bi destxistina mafên rewa yên civakî, wê mafên gelan bikin bin garantiyê. Di vî alî de Kurdên xwedî li Rêbertî derdikevin ne tenê xwedî li Rêber Apo di heman demê de xwedî li hebûn û nasnameya xwe jî derdikevin.  Ji ber ku hedefa komployê ne tenê Rêber Apo, di şexsê Rêber Apo de dixwazin Kurdistan û gelê Kurd jî bigirin bin esaretê.

CÎHAN DI TI MIJARÊ DE TI CAR EV QAS NEBÛ YEK

Dema ku Kurdan nekarî ji bo azadiya xwe nekarî tiştek bigota û kesekî nekarî gotinek bigota Ocalan hemû jiyana xwe da ser têkoşîna gelê Kurd û civakek bi rêxistin ava kir, înkar û îmhaya  hêzên mêtinger têk bir.  Yanî cîhan ti carî di mijarekî evqas nebibû yek. Belkî jî yek ji mijara ku hemû dewlet û hêzên navneteweyî anî cem hev komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bû.

Ji ber vê yekê Kurd bi çalakiyan hem di pêvajoya komployê de û hem jî wekê din xwedî li Rêber Apo derket û ev jî deynê wefayê ya ji bo Rêber Apo ye. Yanî Kurdan wek gel ji aliyî ve li dora Rêbertî bûn yek û her roj têkoşîna azadiyê pêngavek pêşde birin û li aliyê din jî neçar man li dijî komplo û êrîşên ku berdewam dikin têbikoşin.

Di roja me ya îro de di bûyerên li herêmê pêş dikevin de aşkera ku ye ku li pişt planên êrîşên DAIŞ’ê hêzên navneteweyî û hêzên mêtinger hene û çeteyên DAIŞ’ê bi ser Kurd û Kurdistanê ve dibin. Ji vê rewşê çawa fêdeyê digirin, aşkera li holê ye. Li dijî komkujiya li Şengalê hat jiyîn, li dijî êrîşên li hemberî Kobanê û li dijî hemû êrîşan, sekna bi rêxistin ya gelê Kurd, pêşî li trajediyên ku berê gelek caran hatiye jiyîn girtiye.  Ev jî tê wateya îlankirina beyî Kurdan avakirina Rojhilata Navîn ne pêkan e. Rojhilatê Kurdistanê jî biryara xwe ya  tevlîbûna tevgera azadiya Kurd ku bi pêşengiya Rêber Apo hatiye pêşxistin.”

PEYWIR DIKEVE SER MILÊ REWŞENBÎR Û HUNERMENDÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Gever di berdewamiya axaftina xwe de got ku gelê Rojhilatê Kurdistanê di dema esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî serhildanên mezin pêk aniye û berdêlên mezin dane. Gever got: “Ligel pêkanînên faşîzan ên  rejîma Îranê di helwesta xwe de israr kiriye û ji têkoşîna azadiyê tavîz nedane. Bêguman pirsgirêkên rêxistinbûn û yên din hene. Li gorî parçeyên din ên Kurdistanê ev der di rewşek dezavantaj de ye. Lê helwesta wan a berxwedêr ya li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê jî avantajek mezin e. Gelê Rojhilatê Kurdistanê pêşengê xwe ji 15’ê Sibata 1999’an şûnde dîtiye. Lê ligel ku di ser de 16 sal derbas bûye jî hê rêxistinek ku tê xwestin nehatiye bidestxistin. Lê ji bo vê amade ye.”

Gever destnîşan kir ku li Rojhilatê Kurdistanê peywira herî mezin dikeve ser milê rewşenbîr û hunermendan û got: “Nasandina tevgera azadiya Kurd, agahdarkirina civakê, ji civakê re pêşengî kirin, girêdayê xebatê rewşenbîr, hunermend û entelektuelan e. 

Ji ber vê jî di demê de divê hemû rewşenbîr, entelektuel û hunermend xwedî li peywirên xwe derkevin. Divê hunermend û rewşenbîrên vê civakê bê hestiyar tevnegerin. Divê di vê roja teş de di çalakiyan de cih bigirin, rojiyê bigirin û ji gelek çalakiyan re pêşengiyê bikin.

AZADIYA RÊBERTÎ AZADIYA KURD Û KURDISTANÊ YE

Gever wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêguman her kes berpirs e. Lê hunermend û rewşenbîr di cîhana hest û nêrîna civakê de cihên girîng digirin. Ev di heman demê de berpirsyariyek exlaqî ye. Yanî xwedîderketina li Rêber Apo, xwedîderketina li nasnameya xwe ya hunerî û rûmeta xwe derketine. Bi vê wesîleyê em bang li hemû rewşenbîr, entelektuel û hunermendên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku di 15’ê Sibatê de ji çalakiyan re pêşengiyê bikin û di eniya pêş a çalakiyan de cih bigirin. Ez bi baweriya ku wê vê peywira xwe bi layîqî bînin cih, ji wan re serketinê dixwazim.”