Şervanê YPG’ê Atak ber bi rêwîtiya bê dawî ve hate birêkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Bariş Atak yê ku li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê di encama qezayeke trafîkî de jiyana xwe ji dest da, li Şirnexê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate rêwîkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Bariş Atak yê ku li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê di encama qezayeke trafîkî de jiyana xwe ji dest da, li Şirnexê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate rêwîkirin.

Şervanê YPG’ê Bariş Atak ku di encama qezaya trafîkê ya li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê de birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Atak ji bo otopsiyê birin Amedê. Piştre bi karwanekî girseyî şandin Şirnexê. Tevî Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevşaredarên Şirnex û navçeyên wê  û bi hezaran kes tevlî merasima cenaze bûn. Di merasimê de alên KCK, PKK, û YPG’ê hatin hilgirtin û dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî Berxweda YPG-HPG” hatin gotin.

Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Atak bi dirûşimên “Şehîd Namirin” birin Goristana Taxa Yeşîlyurt a bajêr. Di merasimê de Hevseroka KCD’ê Selma Irmak axivî û diyar kir ku azadiya gelê Kurdistanê nêzîk dibe. Irmak got: “Wesiyeta şehîdên me ji bo me xwedîderketina li têkoşînê ye û xurtkirina têkoşînê ye. Em careke din di huzura Bariş de, soz didin ku em ê têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Piştre bavê şervanê YGP’ê Atak, Zeyebir Atak axivî û diyar kir ku kurê wî zilm û zoriya li Tirkiyeyê qebûl nekiriye û tevlî nava refên tevgera azadiyê bûye û got: “Kurê min di têkoşîna azadiyê de gihiştiye şehadetê, ji vir û pêde em soz didin ku têkoşîna kurê xwe bi heman biryardariyê bidomînim.”