Hevserokatiya Cizîrê komploya 15’ê sibatê şermezar kir
Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir.
Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir.
Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi boneya rasthatina 16. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hêzên beşdarî komployê bûne bi tundî hatin şermezarkirin.
Daxuyaniya Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê wiha ye:
“Di 16. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê me rojeke reş derbas dike. Ev komploya ku li ji aliyê dewletên navendî, istixbaratên navneteweyî û hêzên derdora wan hatiye meşandin di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Armanc ji vê komployê ew e ku hêviyên gelê Kurd di azadî û rizgariyê de têk bibin. Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji ber ku hêza Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di nava gel de gelekî mezin bû û berjewendiyên dewletên navendî xistin xeteriyê. Gelê Kurd bi şîneke neteweyî ku derbasî her maleke Kurd bû, helwesta xwe nîşan dan. Ji ber ku komplo di serî de şoreşa gelê Kurd hedef digire, Gelê Kurd bi karwanên şehîdan bersiva komployê dan û li derdora felsefeya Rêberê xwe Ocalan ku berjewendiyên hemû gelên herêmê û gelê Tirk bi xwe dike, civiyan.
Gelê Kurd û hemû azadîxwazên cîhanê li pêşiya sefaret û balyozxaneyên dewletên ku beşdarî komployê bûne çalakî li dar xistin. Lê hêdî hêdî birîna xwe derman kirin û rêya têkoşîna xwe bi rihekî fedekarî ku hêza xwe ji Rêberê xwe yê di zîndanê de digirin, domandin. Hêzên komploker ku di têkbirina tevgerên şoreşgerî de xwedî tecrûbe ne, xwestin bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re careke din Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) têk bibin û Tevgera Rizgariya Kurdistanê bê wate bihêlin.
Rêber Ocalan rêya çareseriya demokratîk di çarçoveya rewşa dîrokî ya gelên herêmê û mozayîka wê ya civakî ku xwe dispêre hezaran salan pejirand û ji bo avakirina Neteweya Demokratîk têkoşîna xwe da destpêkirin. Ev yek pêk nedihate eger jinên Kurd girîngiya rola xwe ya sereke di rizgarkirina civakê ji sîstema baviksalariyê de nebînin.
Gelê Kurd li hemberî vê komployê dest bi şoreşa ku bêtir zelal bû, kir. Rêber Ocalan jî li hemberî hêzên tarî li ber xwe da. Di encamê de dewleta Tirk neçar ma ku gelê Kurd wekî miletek hevkar di Tirkiyeyê de nas bike û piştre jî gelek hêzên herêmî û navneteweyî gelê Kurd nas kirin û dest bi lêgerîna çareseriyê kirin. Rêber Ocalan destên xwe danîn ser birînê û çareserî bi rêya felsefeya xwe ya Neteweya Demokratîk, civakeke demokratîk û exlaqî û azadiya jinan derxist holê.
Li ser rêya Neteweya Demokratîk, şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de destpê kir û yek ji berhemên şoreşê avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ji bo avakirina bingeha hêza parastina rewa Yekîneyên Paratina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate avakirin. Hêzên YPG’ê û YPJ’ê di parastina nirxên gel û mirovahiyê de gavên dîrokî avêtin û li tevahî cîhanê deng vedan. Her wiha ji her kesî re diyar bû ku hêza herî birêxistinkirî û dîsîplîn ku bi pispor tevdigere û li hemberî hêza herî hov di cîhanê de li ber xwe da û bi ser ket. Bi saya berxwedan û şoreşa gel ku li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate meşandin, hemû siyasetên hêzên tarî vala hatin derxistin.
Em wekî Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi rasthatina 16’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû hêzên ku beşdarî vê komployê bûne bi tundî şermezar dikin.
Her wiha em hemû siyasetên li dijî gelê Kurd û tevgera wê ya şoreşgerî şermezar dikin û em bang li hemû aliyên têklîdar yên dewletên navendî, Yekîtiya Ewropa, Dadgeha Ewropa, hemû rêxistinên sivîl ên herêmî û navneteweyî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa dikin ku ji bo azadiya Rêber Ocalan tevbigerin û rê li pêşiya siyasetên li dijî kurdan tên meşandin bigirin.”