'Kujerê Abdulsamet Çelîk dewlet û hikûmet e'

Rêxistina MLKP-Kurdistan, der barê Abdulsamet Çelîk ê tevî nexweşiya xwe ya giran demeke dirêj ji girtîgehê nehat berdan û piştî tehliyeyê duh jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêxistina MLKP-Kurdistan, der barê Abdulsamet Çelîk ê tevî nexweşiya xwe ya giran demeke dirêj ji girtîgehê nehat berdan û piştî tehliyeyê duh jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk li her qada jiyanê di dijminatiya li hemberî şoreşger, sosyalîst û welatparêzan de sînoran nas nake û got, "Mîna bi dehan girtiyan, rêhevalê Abdulsamet jî bi fîîlî hatiye îdamkirin. Di dema dîlgirtinê de tedawiya wî her tim hatiye astengkirin û bi vî rengî polîtîkaya darvekirinê hatiye meşandin. Tevî hemû hewldanên gelê me û raya giştî ya hesytar, Abdulsamet Çelîk nehatiye berdan û piştî ku nexweşiya wî derketiye radeya jêneveger, hatiye tehliyekirin."

'JI MIRINA HER GIRTÎ AKP Û SEROKKOMAR BERPIRSYAR E'

Di daxuyaniyê de ji mirina Çelîk, dewlet û hikûmeta Tirk berpirsyar hat girtin û hat gotin, "Berpirsyarê vê mirinê jî, kujer jî hikûmet û dewleta Tirk a faşîst e. Mîna berê, ji niha û pê ve jî -li derve yan jî hundir- ji mirina her girtiyî hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk berpirsyar e. Bi sedan girtî, bi polîtîkayên qetlîemkar û faşîst ên dewleta Tirk a mêtîngeriya faşîst re rû bi rû ne. Girtiyên şoreşger, welatparêz û komunîst jî, li hemberî vê polîtîkayê li ber xwe didin û wê berxwedana xwe dewam bikin."

BANGA XWEDÎDERKETINA LI GIRTIYAN

Rêxistina MLKP-Kurdistan, bang raya giştî ya şoreşger, welatparêz û demokratîk kir ku ji bo azadiya girtiyên nexweş û hemû girtiyan, têkoşînê xurt bike û bi xurtî xwedî li girtiyên azad derkeve. MLKP-Kurdistan ji malbata Çelîk re sersaxî xwest û got, "Em li pêşberî têkoşîn û şehadeta wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."