Kurd 15'ê Sibatê bi çalakiyên protestoyî pêşwazî dikin

Komploya navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Ocalan de li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê hat kirin, di salvegera 16. de bi protestoyan tê pêşwazîkirin. Ji bo çalakiyên protestoyî yên li gelek bajar û navçeyan banga tevlîbûnê hat kirin.

Komploya navneteweyî ya di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê hat kirin, di salvegera 16. de bi protestoyan tê pêşwazîkirin. Ji bo çalakiyên protestoyî yên li gelek bajar û navçeyan banga tevlîbûnê hat kirin.

MÊRDÎN

Li navçeya Mêrdîn Şemrexê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî, bi sedan kes li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê kom bûn, bi pankartên Kurdî, Tirkî û Erebî yên bi nivîsa "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" meşiyan. Girseya gel a heta Meydana Cûmhûriyetê meşiya bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Kobanê"    qîriya. Hevserokê HDP'ê yê Şemrexê Mahîr Kapan destnîşan kir, ku komploya navneteweyî negihaştiye armanca xwe.

BEDLÎS

Bi pêşengiya Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Bedlîsê û jinên endamê Komeleya Jinên Azad (KJA), bi meşeke heta Mizgefta Mezin re komploya navneteweyî hat şermezarkirin. Li dû meşa ku hevşaredar, rêveberên navçe û bajarokan ên DBP'ê lê amade bûn de, endama KJA Emel Çakmak axivî û diyar kir ku Ocalan bi sekna xwe ya bi pîvan û berpirsyar a li Îmraliyê re lîstika mezin a tarî xera kiriye. Çakmak da zanîn ku komploya navneteweyî ne li hemî mirovekî li hemberî gelekî hatiye kirin û anî ziman ku bêdengiya li vê yekê, xiyanet li pîvanên mirovahiyê ye.

AMED

Komploya navneteweyî wê li navçeya Amed Çinarê, sibehê saet di 14:00 de li ber avahiya DBP'ê ya Navçeya Çinarê bê protestokirin. Ji bo beşdariya li meşê belavok hatin belavkirin û Hevşaredara Çinarê Rûkiye Eryilmaz jî di nav de heyetek ji DBP'ê li nava dikandaran geriya û banga tevlîbûna meşê kir.

ÎZMÎR

Komîteya Amadekar a Mîtîngê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) û Desteya Koordînasyona Bajarê Îzmîrê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo mîtînga 15'ê Sibatê ya li qada Newrozê ya Bûcayê civîna agahdarkirinê lidar xistin. Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Mizgîn Irgat li civînê axivî û banga tevlîbûna mîtîngê kir. Irgat destnîşan kir ku divê di sala 2015'an de Ocalan azad bibe.

STENBOL

Li Stenbolê wê di 15'ê Sibatê de ji aliyê Meclîsa HDK'ê ya Bajarê Stenbolê û Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ve saet di 14:00 ji Stasyona Metro ya Aksarayê heta Saraçhaneyê bi dirûşma "Ji Ocalan re Azadî" meş were lidarxistin. NÇM û YAKAY-DER'ê banga tevlîbûna vê meşê kirin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî amadekariyên ji bo meşa 14'ê Sibatê dewam dike. Der barê meşa wê ji aliyê rêxistinên DBP û HDP ên Colemêrgê ve were organîzekirin de, li avahiya DBP'ê ya bajêr civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de ji bo meşa 14'ê Sibatê saet di 12:00 de banga tevlîbûnê hat kirin.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan, wê li bajarên Kerkûk, Silêmanî, Duhok û Kelar ên Başûrê Kurdistanê jî çalakî werin lidarxistin. Di 15'ê Sibatê saet di 15:00 de wê bi pêşengiya Tevgera Azadî û Civaka Kurdistanê li Silêmanî çalakiya protestoyî pêk were. Di heman rojê de wê li Kerkûkê meşeke bi meşaleyan bê lidarxistin. Meşa ku wê saet di 18:00 de li Rehîmawa destpê bike, wê li ber Keleha Kerkûkê bi dawî bibe. Li Duhokê jî bi pêşengiya "Komîteya Parastina Ocalan" wê di 15'ê Sibatê saet di 15:00 de li Parka Azadî çalakî pêk were û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî wê lê amade bin. Li Kelarê jî çalakiya protestoyî wê di 15'ê Sibatê de li ber Qeymeqamiya Kelarê destpê bike.