Rêziknameya Lêvegera Siyasî ya Kurd hate erêkirin

Endamên Lêvegera Siyasî ya Kurd di civîna xwe de rêziknameya bingehîn a Lêvegerê erê kirin. Civînê hê jî berdewam dike.

Endamên Lêvegera Siyasî ya Kurd di civîna xwe de rêziknameya bingehîn a Lêvegerê erê kirin. Civînê hê jî berdewam dike.

Bi armanca gotûbêjkirina pêşnûmeya rêziknameya bingehîn a Lêvegera Siyasî ya Kurd û diyarkirina endamên komîteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Leşkerî 32 endamên Lêvegerê îro li Navenda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ya li bajarê Qamişlo, sêyemîn civîna xwe li dar dixin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, endamên Lêvegerê li ser pêşnûmeya rêziknameya bingehîn a Lêvegera Siyasî ya Kurd li hev kirine û bi awayekî fermî erê kirine. Heman çavkanî da zanîn ku Lêveger wê ji vir û pêve li gorî vê rêziknameyê tevbigere.

Civîn ji bo diyarkirina endamên komîteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Leşkerî hê jî berdewam dike.

Tê zanî ku di civînê de Asya Ebdullah ji ber ku serdana Fransayê dike amade nebû, her wiha Salih Gedo, Enter Nehsan û Mustefa Henîfe ji ber sedemên nediyar amade nebûn.