Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew destekê didin çalakiya dest ji kar berdanê ya Egîtîm-Senê ya 13'ê Sibatê ji bo 'Jiyaneek demokratîk û perwerdeya laîk-zanistî û zimanê dayikê."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêveberiya tekparêz a Hikûmetê ku gelan û baweriyan tine dihesibînin qeyraneke din a nû afirandiye û hat gotin, "Hikûmeta bawerî û çandên gelan tine dihesibînin, bi politikaya perwerdeyê ya ku dişopîne jî dixwaze mirovên tek tîp biafirîne. Ev mirovên tek tîp li welatên faşist tîpa însanên li gor armanca politikaya desthilatdaran e. Hikûmeta AKP'ê ji vê jî wêdetir ligel perwerdeya Tirkî û Tirkperestiyê wek tek bawerî sunîtiyê jî tevlê dike û ji polîtîkayeke ji faşîzmê wêdetir dişopîne. Divê neyê jibîrkirin ku tek bawerî, tek rêol(mezhep) bingeha hişmendiya komên wek DAIŞ’ê ku hovîtiya li ser civakê diafirîne ye."
Di daxuyaniyê de rexneya "Di mehên dawîn de di qada perwerdeyê de dersa olî ya mecbûrî, rêzikên di bin navê şûraya perwerdehiyê de hatine pejirandin pêşketinên dijberî rasteqîniya mirovî û xwezayî ya baweriya gelên li Tirkiyeyê dijîn e. Bi taybetî van pêşketinên ku di yek ziman, yek baweriyê de israr dikin, dike ku em li ser pêşeroja Tirkiyeyê bi reşbînî bifikirin" hat kirin û hat gotin, "Vê rewşa ku ji bo demokrasiya Tirkiyeyê tê wateya destpêka heyameke tarî, divê ku êdî gel û raya giştî ya demokratik ku xwediyê baweriyên cihê ne bibêjin bes e, ev yek êdî ji pêwistiyê jî wêdetir e. Bi vê sedemê em hewldan, bernameya xebat û çalakiyên bi gelemperî komeleyên elewiyan û zanistî, zanista ku perwerdehiya zimanê dayikê û bi wateya rastîn laîk diparêze û wek rêxistinên kedkarên perwerdehiyê EGÎTÎM SEN rêxistinên civaka demokratîk bi wate dibînin.
Em çalakiya ji bo rojekê dest ji kar berdanê ya di 13’ê Sibatê Roja Înê de ku wê ji aliyê kedkarên perwerdehiyê ve pêk bê bi wate dibînin. Em banga piştgirî û beşdariyê bi vê wesîleyê tînin ziman."