Li Kurdistanê dikan venebûn, protesto dewam dikin

Ji ber salvegera komploya navneteweyî, li Bakurê Kurdistanê ji bilî firne û dermanfiroşan dikan venebûn. Partî û saziyên li Kurdistanê kevnê reş bi avahiya xwe ve kirin. Li gelek deveran protesto dewam dikin.

Ji ber salvegera komploya navneteweyî, li Bakurê Kurdistanê ji bilî firne û dermanfiroşan dikan venebûn. Partî û saziyên li Kurdistanê kevnê reş bi avahiya xwe ve kirin. Li gelek deveran protesto dewam dikin.

SERHED

Ji ber salvegera 16. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelemperiya bajar û navçeyên herêma Serhedê jiyan sekinî. Li mezintirîn bajarê vê herêmê li Wanê, di serî de kolanên Cûmhûriyet û maraşê li gelemperiya bajêr dikandaran derabeyên dikanên xwe venekirin. Wê saet di 12:00 de li Parka Feqiyê Teyran meşeke girseyî bê lidarxistin. Li navçeyên Wanê jî dikan nehatin vekirin.

Li Colemêrgê jî tevî dikandaran ajokaran jî wesayîtên xwe nexebitandin, kolan vala man. Li bajêr bêdengî serdest e.

Ji bilî dermanfiroşên nobedar û firneyan, li Geverê dikandaran dikanên xwe venekirin û kevnikê reş bi dikanên xwe ve kirin. Tevgera zêde ya polîsan a li navçeyê balê dikşîne. Li navçeyên Şemzînan û Çelê jî bêdengiyeke mezin heye. Li Agirî û navçeyên wê, li Bazîd, Diyadîn, Tûtax, Patnosê dikandaran dikan venekirin. Li Bazîdê wê danê nîvor meşek were lidarxistin.
Li Mûşê jî gelek kargehan derabeyên xwe venekirin, li navçeyên Kop, Milazgirt û Gimgimê jiyan sekinî. Beriya meşa danê nîvro ya li Kopê tevgera zêde ya polîsan balê dikşîne. Wekî din li Bedlîs, Tetwan, Xîzan, Motkî, Norşîn, Qereyazî, Qereçoban, Xinûs, Qaxizman, Dîgor, Îdir û Tozanê dikandaran derabeyên dikanên xwe venekirin û tê payîn li gelek navendan komploya navneteweyî were protestokirin.

AMED

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî, li gelek nuqteyên Amedê dikan nehatin vekirin. Beriya meşa di nava rojê de li bajêr were lidarxistin, kevnikên reş bi avahiyên DBP û HDP'ê yên bajar û navçeyan ve hatin kirin. Li Baglar, Peyas, Sûr, Bismil, Farqîn, Erxenî û Pîranê dikandaran dikanên xwe venekirin. Beriya meşa îro saet di 12'an de a li ber avahiay DBP'ê ya Bajêr, tevgera zêde ya polîsan balê dikşîne. Polîs bi helîkopteran jî digerin, li Meydana Deriyê Çiyê, Melîkahmet, Ofîs, Seyrantepe, Hûzûrevlerî, Peyas, Hatboyû, Şehîtlîk, kolana Emekê bi dehan maşînên zirxî hatin bicihkirin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî, li navendê, navçeyên Cizîr, Silopî, Hezex, Qilaban û Elkê û bajarokên wan dikan nehatin vekirin. Li avahiyên DBP, HDP û rêxistinên civakî yên sivîl kevnikê reş hat girêdan û gel jî kincê reş li xwe kir. 

Li navçeya Cizîrê di dema protestokirina komploya 15'ê Sibatê de, pevçûn derket. Ciwanên xwestin meşê lidar bixin, li ser kolanên Koprubaşi, Dortyol û Nisêbînê pevçûn derket. Pevçûn li navenda navçeyê dewam dike.

ÊLIH

Li Êlihê jî dikandaran bi armanca şermezarkirina 16.  selvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê derabeyên kargehên xwe venekirin. Li gelek dikanên di nav taxan de û kolanên herî qelebalix ên wek kolana Gulistanê, Amedê, Êlihê û navenda sûkê û hwd. dikandaran kargehên xwe venekirin û ajokeran jî wesayîtên xwe nexebitandin. Her wiha welatiyên ku derketin kolanan bi giştî kincên rêş li xwe kirin. Hat dîtin ku li gelek kolan ji aliyê polîsên sivil ve hatiye dorpêçkirin.

MÊRDÎN-DÊRSIM

Li Mêrdîn, Keboran, Nisêbîn, Qoser û Dêrikê dikandaran dikanên xwe venekirin, li Dêrsimê jî piraniya dikandaran bi armanca protestokirina 15'ê Sibatê dikanên xwe venekirin.

HEZEX

Li navçeya Şirnex Hezexê, bi sedan ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê daketin kolanan. Ciwanên li taxên Tûrgût Ozal û Atakentê li hev kom bûn, li ser rê lastîk şewitandin û bend danîn. Ji ber êrîşa polîsan pevçûn derket û bi giranî li kolanên Kobanê û Cûdî dewam kir. Bi molotofeke ciwanan agir bi maşîneke polîsan ket. Ciwanan her wiha dîrekê MOBESE yê li xaçerêya şaredariyê hilweşandin. Îro jî wê meşeke girseyî bê lidarxistin. Dikandaran dikanên xwe venekirin.

WÊRANŞAR

Li navçeya Riha Wêranşarê, protestoyên 15'ê Sibatê tevahiya şevê dewam kirin. Polîsên bi maşînên zirxî û TOMA'yan Meydana Cûmhûriyet, Kolana Karacadag û rêya Amedê dorpêçkirin, li taxa Şirnexê êrîşî welatiyan kirin. Ciwanan jî bi kevir, molotof kokteyl û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Çalakiyan tevahiya şevê dewam kirin û tê gotin ku hin welatî hatine binçavkirin. Navçe ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

XELFETÎ

Li navçeya Riha Xelfetiyê, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi meşeke meşaleyî hat şermezarkirin. Bi sedan kes ji bo şermezarkirina komployê li ber avahiya DBP'ê ya navçeya Xelfetiyê civiyan. Di çalakiyê de Hevşaredarên Xelfetiyê Mûstafa Bayram û Ayşe Dûrmûş, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyê, amade bûn. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Berxwedana YPG/YPJ, Kobanê û Şengalê" hatin qîrin. Li gel alên PKK, KCK, YPG û YDG-H, pankarteke reş a bi nivîsa "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" hat hilgirtin. Balkêş bû ku çalakiyê de piraniya mirovan kincê reş li xwe kiribûn. Bi sedan meşaleyên hatin pêxistin, derdor ronî kirin. Li dû meşê girseya gel li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê cihê kombûnê vegeriya û bi qîrîna dirûşman dawî li çalakiya xwe anî.

STENBOL

Li Stenbolê, koma xwest bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî li Kolana Demokrasiyê ya Sancaktepeyê bimeşe rastî êrîşa polîsan hat. Bûyerên li vê derê rû dan, li taxên Ataturk û Înonu tevahiya şevê dewam kirin. Di bûyeran de 5 kesên navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Binçavkirî li Emniyeta StenboLê ya li Vatanê tên ragirtin.