Li Yewnanîstanê meşa dirêj a Kurdistaniyan

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dijîn ji bajarê Lavrion heta Atînayê dest meşeke dirêj kirin.

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dijîn ji bajarê Lavrion heta Atînayê dest meşeke dirêj kirin.

Li dû meşên dirêj ên ji Frankfurt, Bern û Luksemburgê heta Strasbourgê, Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dijîn jî, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşeke dirêj kirin.

Meşa dirêj a ji bajarê Lavrion heta paytext Atînayê, di 13'ê Sibatê de destpê kir û di roja duyemîn de dewam dike.

Bi dehan Kurdistaniyên bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd tevlî çalakiyê bûn, piştî 62 kîlometreyan wê xwe bigihînin ber parlamenta Yewnanîstanê ya li paytext Atînayê.

Meşvan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dirûşman meşa xwe dewam dikin û tê payîn ku sibehê bigihêjin Atînayê.

Li ber parlementê jî wê dosyayek li ser rola hikûmeta Yewnanîstanê ya di nava komploya 15'ê Sibatê de, radestî rayedaran bê kirin.