KCK: Ti hêz nikare li hemberî azadiya Rêber Apo bisekine
KCK: Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê wê ji niha û pê ve bi misogerî azadiya Rêber Apo bike hedef. Li hemberî azadiya Rêber Apo ti hêz nikare bisekine.
KCK: Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê wê ji niha û pê ve bi misogerî azadiya Rêber Apo bike hedef. Li hemberî azadiya Rêber Apo ti hêz nikare bisekine.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku 10 mîlyon 400 hezar îmzeyên ji bo azadiya Ocalan hatine komkirin radestî Konseya Ewropayê (KE) hatine kirin û bi vî rengî KE ketiye bin berpirsyariyê. KCK'ê got, "Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê wê ji niha û pê ve bi misogerî azadiya Rêber Apo bike hedef. Li hemberî azadiya Rêber Apo, ku bi mîlyonan mirovî gotiye vîna min e û êdî ne tenê ji bo Kurdan bûye nirxekî tevahiya mirovahiyê, ti hêz nikare bisekine. Weke tevger û gel, em ê bi dostên xwe re, bi şiyara Rêbertiya Azad Kurdistana Azad têkoşîna xwe bilind bikin û bi ser bikevin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Kampanya îmzeyan a ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di bin navê 'Ji Rêber Apo re Azadî' hat destpêkirin, bi komkirina 10 mîlyon 400 hezar îmzeyî bi dawî bû. Beriya her tiştî em spasiyên xwe pêşkêşî gel û dostên xwe yên ev kampanya bi rêxistin kirine, meşandin, tevkarî lê kirine, tevlîbûne, dikin. Em dayikên ji vê kampanyayê re pêşengî kirin, jin û ciwanên bi werekî û fedekarî xebitîn û nîşaneya pêşeroja azad zarokên xwînşîrîn ên bi tena serê xwe bi hezaran îmze komkirin, silav dikin."
KONSEYA EWROPA KETIYE BIN BERPIRSYARIYÊ
Daxuyaniya KCK'ê wiha dewam kir:
"Kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Apo, ji aliyê cewherî ve têkoşîneke demokrasî û azadiyê ye. Ji ber vê yekê, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û qada navneteweyî, bi eleqeyeke mezin tevlîbûn li kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Apo çêbû. Tevî zextên giran û astengiyên dewleta Tirk jî, li gel Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li parçeyên din ên Kurdistanê û qada navneteweyî bi beşdariyeke mezin a gelê me û dostên me re nêzî 10 mîlyon 400 hezar îmzeyên watedar û giranbuha hatin komkirin. 10 mîlyon 400 hezar îmze, ji aliyê rêveberên kampanyayê ve radestî Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê hatine kirin. Piştî ku 10 mîlyon 400 hezar îmze ji aliyê noterê ve hat erêkirin û bi awayekî fermî radestî Konseya Ewropayê hatin kirin, Konseya Ewropa ketiye bin berpirsyariyê. Konseya Ewropayê, ji ber hurmeta li vîna bi mîlyonan, divê bi berpirsyarî rabe.
'BI RÊBERÊ AZAD RE BER BI KURDISTANA AZAD'
Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê wê ji niha û pê ve bi misogerî azadiya Rêber Apo bike hedef. Li hemberî azadiya Rêber Apo, ku bi mîlyonan mirovî gotiye vîna min e û êdî ne tenê ji bo Kurdan bûye nirxekî tevahiya mirovahiyê, ti hêz nikare bisekine. Weke tevger û gel, em ê bi dostên xwe re, bi şiyara Rêbertiya Azad Kurdistana Azad têkoşîna xwe bilind bikin û bi ser bikevin."