Li gundên Daqûqê komplo hat şermezarkirin
Li qezaya Daqûq a girêdayî Kerkûkê bi sedan welatî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.
Li qezaya Daqûq a girêdayî Kerkûkê bi sedan welatî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.
Li qezaya Daqûq a girêdayî Kerkûkê bi sedan welatî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Gundiyan bi tundî komploy şermezar kirin û gotin ku ew naxwazin gerîla ji Başûr vekêşin.
Gelê Kurd li her deverê komploya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dike. Komplo li Başûrê Kurdistanê jî tê şermezarkirin. Gundiyên gundê qezaya Daqûqê bi vê armancê meşek li dar xistin. Gundiyên Daqûqê li navenda ciwanan kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin. Meş heya rêya giştî dewam kir.
Piştî meşvan gihiştin ser rêya giştî, axaftin hatin kirin. Li ser navê çalakvanan mamosta Seywan axivî, 16. Komploya Navnetewî ya li hember Ocalan şermezar kir û wiha axivî: “Em hêzên destên wan di vê komployê de heyî nalet dikin. Em dixwazin di demek nêz de Rêber Apo azad bibe. Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye.”
Seywan di axaftina xwe de bal kişand ser nîqaşên der barê vekişîna gerîlayan a ji Başûr jî û bang li rayedarên KCK û fermandarên HPG’e kir ku hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê venekişînin. Seywan got: “Pêwîst e hêzek hevbeş bê avakirin, yekgirtina gelê Kurd a neteweyî bê pêşxistin û berdewam bike. Di serî daxwaza me azadbûna Rêber Apo ye.”
EM LI GEL GERÎLA Û PÊŞMERGEYAN IN
Mamosta Seywan diyar kir ku ew ligel gerîla û pêşmergeyan in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza me ev e hêzên gerîla ligel pêşmergeyan Başûr biparêzin û ji vir neçin. Em weke xelkê qezaya Daqûqê ligel gerîla û pêşmergeyan in. Em spasiya gerîla û pêşmergeyan dikin me ji çeteyên DAIŞ’ê diparêzin. Ez spasiya hêza jinê YJA-Star dikim. Em bang li KCK’ê dikin ku hêzên gerîla ji Başûr venekişin, em wek xelkê Daqûq li gel mayîna gerîlayan in. Pêwîst e hikûmet û parlamentoya Herêma Kurdistan şehîdên HPG’ê weke şehîdên di xeta parastina xaka Kurdistanê nas bikin û cudahiyê nexin nava hêzan.”
Meş bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî yekitî û berxwedana gelê Kurd”, “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.