Li Silopiyê komeke çekdar gule li derdorê reşand
Li Silopiyê, hin kesên çek li gel wan hebûn hewl dan têkevin taxa Şehîd Harûn û piştî ciwan bi wan hesiyan, gule li derdorê reşandin û tax terikandin.

Li navçeya Şirnex Silopiyê, danê sibehê wesayîtek tê de mirovên çekdar hebûn hewl dan têkevin nava Taxa Şehîd Harûn. Ciwanan hewl dan wesayîtê bidin sekinandin. Li ser vê yekê, ev kesên mijara gotinê ji taxê reviyan û di dema vê revê de gule li derdorê reşandin. Nehat zanîn ku di êrîşê de mirî yan jî birîndar heye yan na. Li gorî agahiyan, ev kesên çek bi wan re hebûn, wesayîta xwe li taxê hiştine û reviyane.
Piştî bûyerê ciwanan dest danîn ser wesayîtê. Aloziya li taxê dewam dike.