Li Şirnexê terora polîsan: 6 jê zarok 23 kes hatin binçavkirin

Li Bakurê Kurdistanê, provokasyonên polîsên Tirk ên protestoyên komployê ji xwe re dikin hincet, dewam dikin. Li Şirnexê bi hinceta ku tevlî protestoyên komploya 15'ê Sibatê bûne, êvarê û danê sibehê 6 jê zarok 23 kes hatin binçavkirin.

Li Şirnexê ji duh êvarê û vir ve, bi hinceta ku beşdarî çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî bûne 17 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin, ku 17 kesên navê wan nehat zanîn, li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr tên ragirtin.

6 JI BINÇAVKIRIYAN ZAROK IN

Li taxa Vakifkent a Şirnexê, polîsên tîmên taybet 4 zarok bi heman hincetê kirin binçavan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hejmareke zêde ya polîsên çek di destan de û rûyê wan bi maske pêçandî, bi maşînên zirxî di demeke ku bûyer tinebû de gule li derdorê reşandine û 4 zarokên navê wan nehat zanîn kirine binçavan.

Li navçeya Silopiyê, zarokê bi navê C.H. (16) ê ber bi avahiya HDP'ê ya Navçeyê ve diçû, di dema kontrola nasnameyê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Li Kolana Arîn Mîrxan a Cizîrê jî zarokekî 12 salî yê navê wî nehat zanîn ji aliyê olîsên di maşîna zirxî de bûn ve hat binçavkirin.