KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo şervanê YPG'ê Alîzade li Wanê mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Fîrûzn Alîzade (Dilşar Kurdistan) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê mewlûd hat dayîn. -
Binçavkirin û girtin li Dîlokê tên şermezarkirin
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê Çetînkaya, di daxuyaniya têkildarî binçavkirin û girtinên li Dîlokê axivî, diyar kir ku AKP gavên ku zerarê bide girêdana gel a bi pêvajoyê re diavêje. -
Li Dîlokê 4 zarok hatin girtin
Li Dîlokê di çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zarokên hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin. -
Tevgera hewayî bê navber didome
Tevgera leşkerî ya Artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medya bê navber didome. -
Li Şengalê li dijî çeteyan çalakî
Di çalakiyên duh ên li Şengalê de gelek çete hatin kuştin. -
Komploya Navneteweyî li Qibrisê hat protestokirin
Komploya Navneteweyî, ku di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat xwestin li dijî Kurdan û gelên Rojhilata Navîn bê kirin, li bajarê Qibris Lîmasolê hat protestokirin. -
Bi tilîliyan şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin
Operasyonên paqijkirina Kobanê ji çeteyên dijminê mirovahiyê, di roja 155. de dewam dikin. Li ser sînor jî bi sedan kesên li hev civiyan, bi dirûşm û tilîliyan şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin. -
Li kampa AFAD'ê şewat derket: 1 jê giran 3 zarok birîndar bûn
Li kampa AFAD'ê ya li Rihayê ku 5 meh piştî koça ji Kobanê hat vekirin, şewat derket. Ji ber şewatê 3 zarokên li kampê birîndar bûn. Rewşa yek ji birîndaran giran e. -
Nêzî 150 kesên komplo şermezar kirin hatin binçavkirin
Li Bakurê Kurdistanê ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hat şermezarkirin, polîsan piraniya wan zarok nêzî 150 kes kirin binçavan. -
Li Îtalyayê starta hilbijartinê hat dayîn
Li herêma Toscana ya Îtalyayê xebatên hilbijartinê destpê kirin. Di civîna li bajarê Cecîna de komîsyonek ji 6 kesan hat avakirin û Kurdan dest bi xebatên hilbijartinê kirin. -
‘Divê hêzên çep, sosyalîst bibin yek, têkoşînê xurt bikin’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik: “Kurd azad nebin Rojhilata Navîn azad nabe. Temînata azadiyê ya Kurdan jî azadiya Rojhilata Navîn e. Bêyî Kurdan çareseriyek mayînde li Rojhilata Navîn nepêkan e.” -
Li Kobanê çalakiyek bi bandor
Şervanên YPG’ê li Kobanê li ser rêya di navbera bajarên Helebê û Hesekê de çalakiyeke bi bandor li dar xistin. Di encamê de 10 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi saxî hate girtin. -
Gundekî din ê Kobanê hat rizgarkirin, bi dehan çete hatin kuştin
Hêzên YPG’ê di çarçoveya operasyona paqijkirina Kantona Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên bi bandor lidar xistin. Li gorî agahiyan, gundê Xwêdan û Girê Sêbê hatin rizgarkirin û serçeteyek jî di nav de 21 çete hatine kuştin. -
Heyman a 5 mehî wê vegere Kobanê
Cemîle Sadik a Kobaniyî ku yek ji jinên ku hovîtiya DAIŞ’ê hîs kir, diyar kir ku roja keça wê Heyman hatiye dinê neçar mane xaka xwe terk bikin û niha li bendê ne ku vegerin xaka xwe. -
Navê YPG'ê li kurê xwe kir
Navê YPG'ê ku bi berxwedana xwe ya li şoreşa Rojava û bi taybetî jî Kobanê de bala tevahiya cîhanê kişand ser xwe, êdî li zarokan tê kirin. -
Berxwedêrên Girê Şehîd Hogir azad kirin hatin silavkirin
Kaşê Aşmê, ku navê Mehmet Selîm Çîçek (Hogir Garzan) ê bi 3 hevalên xwe re bi saetan li dijî tank û topên çeteyan li ber xwe dan lê hat kirin, piştî 5 mehan ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hat azadkirin. -
'Werin em Kobanê ji nû ve ava bikin'
Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst nobeda berxwedanê ya li gundê Miseynterê dewir girtin û bang li hemû sosyalîst, demokrat û tevahiya ciwanên li Kurdistan û Tirkiyeyê kirin, ku di karê ji nû ve avakirina Kobanê de cih bigirin. -
Kurdistaniyên li Londonê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Di salvegera 16. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li paytexta Îngilîstan Londonê meşek protestoyî hat lidarxistin. -
Nêzî 60 kes li Dîlok û Mêrdînê hatin binçavkirin
Li Dîlok û Merdînê ku Komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê şermezarkirin, polîsan gelek kes binçav kirin. -
Komploya 15’ê Sibatê li Silemaniyê hat şermezarkirin
Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê 16. salvegera Komploya Navneteweyî bi meşek girseyî hat şermezarkirin. -
Li Başûrê Kurdistanê 15’ê Sibatê hat lanetkirin
Li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê Komploya 15’ê Sibatê bi meş û civînan hat lanetkirin. -
Ebûmuslim Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
Ebûmuslim Dogan ê 15’ê Sibata 2010’an, bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî agir berda bedena, li gundê Balaban ê girêdayî Yazihan a Meletî hat bîranîn. -
15'ê Sibatê li Awûstralya û Japonyayê jî hat protestokirin
Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Japonya û Awûstûralyayê jî hat protestokirin. -
Yuksekdag: Yekane lîderê dengê gelan dibihîze Ocalan e
Li Stenbolê, bi hezaran kesên xwestin komploya navneteweyî protesto bikin, li provokasyona polîsan rast hatin. Li dû astengkirina meşê Hevseoka HDP'ê Yusekdag axivî û got, "Azadiya Ocalan azadiya me hemûyane, lewma em li dû vê vînê ne." -
Li Bazidê 7 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Bazidê ya Agiriyê di çalakiya 15'ê Sibatê de 7 kes hatin binçavkirin.