Kaşê Aşmê, ku navê Mehmet Selîm Çîçek (Hogir Garzan) ê bi 3 hevalên xwe re bi saetan li dijî tank û topên çeteyan li ber xwe dan lê hat kirin, piştî 5 mehan ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hat azadkirin. Bi sedan kesên li gundê Aşmê yê ser xetê hatin cem hev, çikandina alên YPG û TEVDEM'ê li ser gir, bi gerandina govendê pêşwazî kirin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi çekêng iran, tank û topan ên ji 5 eniyan ve bi armanca dagirkirina Kobanê pêk anîn, bi berxwedana dîrokî ya hêzên YPG/YPJ'ê de hatin pûçkirin. Li dû navenda bajarê Kobanê, bi operasyonên azadkirina gundên hatin valakirin re, çeteyên DAIŞ'ê yek bi yek ji herêmên dagir kirine tên derxistin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên bi pêş ve diçin, li eniya rojhilat xwe gihandin qiraxê Çemê Firatê.
ÇETE QEWIRANDIBÛN
Di êrîşa Tîrmeha 2014'an a çeteyên DAIŞ'ê ya li eniya rojava de, Mehmet Selîm Çîçek (Hogir Garzan) bi tena serê xwe çeteyên DAIŞ'ê yên bi tankan hatibûn ser gir, qewirandibû û anvê xwe li dîroka berxwedana Kobanê nivîsandibû. Rêhevalên wî jî navê wî li girê pêşberî gundê Aşmê yê Birecûkê kirin. Çeteyên di êrîşên 15'ê Îlonê de gir dagir kirin, bi operasyonan hatin qewirandin û alên YPG/YPJ'ê li ser gir hatin çikandin. Li Girê Aşmê yan jî Kaşê Aşmê ku xwedî girîngiyeke stratejîke, li dijî hejmareke zêde ya çeteyên bi tank û topan, Hogir Garzan bi 3 hevalên xwe re bi saetan li ber xwe da, bi dehan ji çeteyan kuşt û ew qewirand. Girê ku navê Şehîd Hogir lê hatiye kirin, hat azadkirin.
ALA AZADIYÊ JI NÛ VE HAT ÇIKANDIN
Girê Şehîd Hogir ku ev 5 meh in ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin, bi operasyonên YPG/YPJ'ê re duh hat azadkirin û alên YPG/YPJ û TEVDEM'ê li ser hat çikandin. Azadkirina Girê Şehîd Hogir li gundê Aşmê ya Serxetê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Girseya gel a li gund civiya, bi şahî, gerandina govendê, stran û tilîliyan şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin. Di şahiyê de Hevserokê DBP'ê yê Bêrecûkê Hasan Yildiz, Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Yûsûf Yeşîltepe, rêveberên navçeyê, şêniyên gund û Kobaniyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar man koç bikin, amade bûn. Pîrozbahî heta derengiya şevê dewam kir.
Operasyonên paqijkirinê piştî Aşmê ber bi gundên Zaret û Zormixar ve diçe. Gelê li gundên derdorê, qewirandina DAIŞ'ê ji herêmê bi kêfxweşî pêşwazî dike. Kobaniyên neçar man koç kirin jî, kêfxweş in ku bi azadkirina Kobanê re, li cih û warên xwe vegerin.