Tevgera hewayî bê navber didome
Tevgera leşkerî ya Artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medya bê navber didome.
Tevgera leşkerî ya Artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medya bê navber didome.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk li herêmên gerîlayan didome.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
“Di 15’ê Sibatê de saet di navbera 11.00 -12.00’an de û saet di navbera 22.00-23.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medya li ser herêma Zapê tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk hatiye jiyîn û heman rojê saet di 22.00 û 16’ê Sibatê îro di saetên 04.00’an de balafirên şer keşf kirine. Xebatên keşfê yên li Herêmên Parastinê yên Medya berdewam kiriye. Li gorî vê
Di 15’ê Sibatê de saet di navbera 22.00-23.00’an de û 16’ê Sibatê (îro) saet di navbera 06.00- 07.00’an de balafirên şer ên Tirk li xeta sînor a Heftanînê û qada Şehîd Kengal xebatên keşfê pêk hatine. Her wiha di 15’ê Sibatê de saet di navbera 22.00 û 23.00’an de li herêma Garê balafirên şer xebatên keşfê kirine.”