Kurdistaniyên li Londonê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Di salvegera 16. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li paytexta Îngilîstan Londonê meşek protestoyî hat lidarxistin.

Di salvegera 16. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li paytexta Îngilîstan Londonê meşek protestoyî hat lidarxistin.

Meşa protestoyî ya li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Londonê pêk hat, ji Edmontonê destpê kir. Meş ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ve hat organîzekirin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK, MLKP hatin hilgirtin û li pêş meşê pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Azadî" hat vekirin.

Li dû meşa sê saetan Kurdan li Harîngeyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û dûre daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Ocalan were berdan û PKK ji lîsteya rêxistinên terorê were derxistin.

Li Navenda Civaka Kurd ku rawestgeha dawî ya meşê bû, civînek hat lidarxistin. Di civînê de mijarên komploya navneteweyî ya 15'ê Sİbatê û hilbijartinên giştî yên di meha Hezîranê de li Tirkiyeyê pêk werin, hatin nîqaşkirin.