Yuksekdag: Yekane lîderê dengê gelan dibihîze Ocalan e

Li Stenbolê, bi hezaran kesên xwestin komploya navneteweyî protesto bikin, li provokasyona polîsan rast hatin. Li dû astengkirina meşê Hevseoka HDP'ê Yusekdag axivî û got, "Azadiya Ocalan azadiya me hemûyane, lewma em li dû vê vînê ne."

Li Stenbolê, bi hezaran kesên xwestin komploya navneteweyî protesto bikin, li provokasyona polîsan rast hatin. Li dû astengkirina meşê Hevseoka HDP'ê Yusekdag axivî û got, "Azadiya Ocalan azadiya me hemûyane, lewma em li dû vê vînê ne. Em ê azadiya xwe bi azadiya Ocalan re tacîdar bikin." Parlametnera HDP'ê ya Stenbolê Tûncel jî got, "Ocalan li Îmraliyê ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê li ber xwe da. Silav ji Ocalan re."

DIRÛŞMÊN 'MAF Û EDALET WÊ BI PKK'Ê RE BÊ'

Kongreya Demokratîk a Gelan bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî xwest meşeke protestoyî lidar bixe, lê belê rastî astengiya polîsan hat. Bi hezaran kesên beriya meşê li Parka Saraçhaneyê hatin cem hev, posterên mezin ên Ocalan ên bi nivîsa "Hesabê komploya 15'ê Sibatê wê were pirsîn" û pankarta bi nivîsa "Ciwan wê bi ruhê têkoşînê yê Arîn Mîrxanan re Şoreşa Rojava bînin Bakur, Komploya Navneteweyî pûç bikin, Rêber Apo azad bikin" û "Wê xeta Rêber Apo roja reş ronî bike" hilgirtin.

Tevî posterên Ocalan alên YDG-H, KCK, YPG û PKK'ê hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Maf, hiqûq, edalet wê bi PKK'ê re bê", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bimire komploya 15'ê Sibatê" hatin qîrîn.

PROVOKASYONA POLÎSAN

Tevî Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel, Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Ayşe Erdem û Cesîm Soylû, Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy û Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen bi hezaran kes, piştî deqeyeke rêzgirtinê xwest ber bi Meydana Aksarayê ve bimeşe. Lê belê polîsan li pişt parkê bend danîn pêşiya girseyê. Parlamentera HDP'ê Tûncel nerazîbûn nîşanî polîsan da û got, "Bendan danîne pêşiya me, deynin pêşiya kukjeran." Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cesîm Soylû jî got, "Ev meşa me ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve dihat zanîn lê belê Walîtiyê hewl da vî mafê me yê demokratîk asteng bike. Me jî ev çalakiya xwe ya em rewa dibînin ji Wezareta Karên Hundir re ragihand, lê belê hînê ti bersiv nehatiye. Heta bersiveke erênî bê em ê li vir bin."

YUKSEKDAG: GEL WÊ DEFTERA DÎLGIRTINÊ BIGIRE

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya hemû gelên Tirkiyeyê ye û ev nirxandin kir:

"Bi salan we Ocalan dîl girtin, gelo we karîbûn vîna azadiyê dîl bigirin? Ev vîna ku di kesayetiya Ocalan de ji bo azadî û aştiya gelên li Tirkiyeyê derketiye holê, wê ev gel bilind bike. Ev gel wê êdî vê deftera dîlgirtinê bigire. Heta roja îro desthilatdariya siyasî bersiv neda daxwazên aştî û demokrasî û azadiyê yên gelan. Yekane lîderê ku bi salane dengê azadiyê yê gelan dibihîze Ocalan e.

Desthilatdariya siyasî hewl dide xwe mîna lîderê cîhanê nîşan bide lê belê li pêşberî daxwaza azadî û demokrasiyê ya vî gelî bi berpirsyarî ranebû. Bi rastî jî Birêz Ocalan ev berpirsyarî hilgirt ser milê xwe. Em jî îro li dijî rejîma komployê li pişt vîna çareseriya demokratîk a Birêz Ocalan in. Li dijî komploya tê ferzkirin, bi bîr bû baweriya 'Azadiya Ocalan azadiya me ye' em li pişt vê vînê ye. Êdî gelekî ku rêya azadiyê qezenç kiriye, li pêşberî we ye. Em ê vê azadiya xwe bi azadiya Ocalan re tacîdar bikin."

TÛNCEL: OCALAN JI BO PÊŞEROJA GELAN LI BER XWE DA

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel jî diyar kir ku yên komploya navneteweyî pêk anîn xwestin di şexsê Ocalan de gelên Rojhilata Navîn li Îmraliyê rabigirin û got, "Lê belê Ocalan plana wan xera kir. Ev 16 sal in ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê li Îmraliyê li ber xwe dide. Silav ji Ocalan re."