Li Bazidê 7 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Bazidê ya Agiriyê di çalakiya 15'ê Sibatê de 7 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Bazidê ya Agiriyê di çalakiya 15'ê Sibatê de 7 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê piştî meşa bi armanca şermezarkirian salvegara komploya 15'ê Sibatê polîsan êrîş li girseyê kir û pevçûn derketin. Di encama êrîşa polîsan de Volkan Alkan, Fatîh Işik, Murat Baydak, Enver Karataş û welatêyên bi navê Adem û Efe yên piştnavê wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Tê gotin ku dibe hejmara binçavkirina zêde bibe. 7 kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Polîsan a Uluyolê.