Nêzî 150 kesên komplo şermezar kirin hatin binçavkirin
Li Bakurê Kurdistanê ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hat şermezarkirin, polîsan piraniya wan zarok nêzî 150 kes kirin binçavan.

Li navçeya Dîlok Şehîtkamîlê, di protestoya duh bi şev a komploya navneteweyî de, piraniya wan zarok bi qasî 20 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Şahînbeyê jî polîsan danê sibehê avêtin ser malan û 16 kes kirin binçavan.
Li Wanê jî di serdegirtinên malan de kesek danê sibehê hat binçavkirin. Di protestoyên komployê de herî kêm 2 kes hatin binçavkirin.
Li Şirnexê di bûyerên ku ji ber êrîşa polîsan destpê kirin de 6 jê zarok 23 kes hatin binçavkirin.
Li Amedê, piştî meşa bi deh hezaran a şermezarkirina komployê, polîsan êrîşî ciwanan kirin. Li dû êrîşê 1 jê astengdar 2 kes hatin binçavkirin û dûre hatin berdan. Li navçeya Farqînê jî, polîsan avêtin ser Meclîsa Taxa Ferîdûn û 5 kes kirin binçavan. Li Bismilê jî di bûyerên ji ber êrîşa polîsan destpê kirin de 2 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Agirî Bazîdê, li dû êrîşa polîsan a xwepêşandanê 7 kes hatin binçavkirin.
Welatiyên li Mêrdîn û navçeyên wê xwestin komployê şermezar bikin rastî êrîşa polîsan ahtin û li dû pevçûnan herî kêm 48 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Riha Pirsûsê jî, i hinceta tevlî protestoyên komployê bûne, tevî Kobaniyan 10 kes hatin binçavkirin.
Çalakiya protestoyî ya li Mersînê rastî êrîşa polîsan hat û di bûyerên li bajêr de 2 kes hatin binçavkirin.
Li Sêrtê girseya gel a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li hev kom bû, rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan 2 jê zarok 10 kes kirin binçavan.