Gundekî din ê Kobanê hat rizgarkirin, bi dehan çete hatin kuştin

Hêzên YPG’ê di çarçoveya operasyona paqijkirina Kantona Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên bi bandor lidar xistin. Li gorî agahiyan, gundê Xwêdan û Girê Sêbê hatin rizgarkirin û serçeteyek jî di nav de 21 çete hatine kuştin.

Hêzên YPG’ê di çarçoveya operasyona paqijkirina Kantona Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên bi bandor lidar xistin. Li gorî agahiyan, gundê Xwêdan û Girê Sêbê hatin rizgarkirin û serçeteyek jî di nav de 21 çete hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, şevê din şervanên YPG’ê di çarçoveya operasyona paqijkirina Kantona Kobanê de li gelek aliyên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî lidar xistin. Şervanan li rojavayê herêmê di navbera gundên Cibnê û Baydê de li dijî çeteyan çalakî lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de şervanan gelek alavên çeteyan desteser kirin.

Li başûrê herêmê jî şervanên YPG’ê li ser Girê Sêbê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 11 çete, ku di nava wan de serçeteyekî bi navê Ebû Bîlal El-Hebeşî jî hebû, hatin kuştin.

Li gundê Xwêdan ê rojhilatê herêmê jî şervanan li dijî çeteyan çalakiyeke bi bandor lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de jî gund bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Her wiha di heman çalakiyan de 10 çete hatin kuştin. Cenazeyên 5 çeteyan jî ketin destên şervanan û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin.

Hat ragihandin ku îro ji serê sibê ve li derdora gundê Mişko yê rojavayê herêmê jî şer û pevçûn di navber şervanan û çeteyan de bi dijwarî didomin.