Ebûmuslim Dogan li ser gora xwe hat bîranîn

Ebûmuslim Dogan ê 15’ê Sibata 2010’an, bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî agir berda bedena, li gundê Balaban ê girêdayî Yazihan a Meletî hat bîranîn.

Ebûmuslim Dogan ê 15’ê Sibata 2010’an, bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî agir berda bedena, li gundê Balaban ê girêdayî Yazihan a Meletî hat bîranîn.

Ebûmuslim Dogan ê ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike 15’ê Sibata 2010’an bedena xwe da ber agir, li gundê xwe bi tevlîbûna rêveberên DBP û HDP’ê hat şermezarkirin.

Di bîranînê de Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Meletî Hasan Şahîn diyar kir ku kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane wê ji bîr nekin û got, “Li vir her yek ji me Ebûmuslim e. Em ê hemû di rêya Ebûmuslim de bimeşin. Bila gumana ti kesî tinebe.”