Nêzî 60 kes li Dîlok û Mêrdînê hatin binçavkirin

Li Dîlok û Merdînê ku Komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê şermezarkirin, polîsan gelek kes binçav kirin.

Li Dîlok û Merdînê ku Komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê şermezarkirin, polîsan gelek kes binçav kirin.

Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê duh bi şev ji welatiyên Komploya Navneteweyî şermezar dikirin, piraniya wan zarok nêzî 20 kes hatin binçavkirin. Danê vê sibehê jî di serdegirtina malan de jî 16 kes hatin binçavkirin.

QOSER

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê piştî çalakiya şermezarkirina Komploya Navneteweyî nêzî 30 kes hatin binçavkirin.