Heyman a 5 mehî wê vegere Kobanê

Cemîle Sadik a Kobaniyî ku yek ji jinên ku hovîtiya DAIŞ’ê hîs kir, diyar kir ku roja keça wê Heyman hatiye dinê neçar mane xaka xwe terk bikin û niha li bendê ne ku vegerin xaka xwe.

Cemîle Sadik a Kobaniyî ku yek ji jinên ku hovîtiya DAIŞ’ê hîs kir, diyar kir ku roja keça wê Heyman hatiye dinê neçar mane xaka xwe terk bikin û niha li bendê ne ku vegerin xaka xwe.

Jinên ji Kobanê ji zilma DAIŞ’ê reviyan û hatin Pirsûsê niha roja vegera Kobanê dipên. Kobaniya ku ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê ve hate azad kirin, hêviyên jinan ji nû ve şîn kir.

Yek ji van jinan Cemîle Sadik ev 5 meh e bi keça xwe Heyman re li gundê Aşme ya Bêrecûkê dijî. Sadik 5 meh berê ji bo welîdînê çû nexweşxaneya navenda Kobanê û di wê demê de DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşê bajar kir. Sadik piştî welidînê bi zaroka xwe ya nû hatiye dinêre hat Pirsûsê. Piştre jî malbata wê hat Gundê Aşe ya Bêrecûkê. Bi zaroka xwe ya 5 mehî û hevserê xwe re li wir dimîne. Du birayên wê jî di nava YPG’ê de têdikoşin.

EZ ŞEVEKÊ JÎ NEMAM

Sadik wiha got: “Min li nexweşxaneyek Kobanê zaroka xwe anî dinê. Çeteyan êrîş kir. Nexweşxaneyê xesarek mezin dît. Ez ji nexweşxaneyê derketim û hatim vir. Em neçar man xaka xwe terk bikin. Em rojekê jî li wir neman. Keça min Heyman ne mala xwe û ne jî bajarê xwe dît. Gotin bila navê keça te Ferman be. Lê min Heyman lê kir. Yekane daxwaza min ev e ku em vegerin ser xaka xwe.

Sadik di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew minetdarê YPG û YPJ’ê ne û got "Xwedê wan ji serê me kêm neke." Sadik da zanîn ku ew dixwazin demildest vegerin ser xaka xwe.