Li Îtalyayê starta hilbijartinê hat dayîn

Li herêma Toscana ya Îtalyayê xebatên hilbijartinê destpê kirin. Di civîna li bajarê Cecîna de komîsyonek ji 6 kesan hat avakirin û Kurdan dest bi xebatên hilbijartinê kirin.

Li herêma Toscana ya Îtalyayê xebatên hilbijartinê destpê kirin. Di civîna li bajarê Cecîna de komîsyonek ji 6 kesan hat avakirin û Kurdan dest bi xebatên hilbijartinê kirin. 

Di civîna duh a li bajarê Cecîna ya herêma Toscana ya Îtalyayê de nûnerê KCD-E axivî û destnîşan kir ku di salvegera 16. a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye lîderekî êdî ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê qebûlkirin.

Nûnerê KCD-E da zanîn ku Ocalan wê di demeke nêz de azad bibe û bal kişand ser berxwedana Şengal û Kobanê û got, "Berxwedana Şengal û Kobanê daxwazên mafdar û jêneveger ên gelê Kurd bi gelên cîhanê da bihîstin. Bersiva em li Bakur ji vê berxwedanê re bidin, divê tevlîbûneke xurt a li xebatên hilbijartinê be."

Li dû axaftinan, ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê, komîsyona li herêma Toscana bixebite, hat hilbijartin. Komîsyona ji 6 kesan ji 3 jin û 3 mêran pêk tê. Endamên Komîsyonê ragihandin ku ew dixwazin Kurdên li herêma Toscanayê bibin ser sindoqên hilbijartinê û anîn ziman ku ji niha û pê ve rojeva wan a sereke, meşandina xebatên hilbijartinê ye.