Navê YPG'ê li kurê xwe kir

Navê YPG'ê ku bi berxwedana xwe ya li şoreşa Rojava û bi taybetî jî Kobanê de bala tevahiya cîhanê kişand ser xwe, êdî li zarokan tê kirin.

Navê YPG'ê ku bi berxwedana xwe ya li şoreşa Rojava û bi taybetî jî Kobanê de bala tevahiya cîhanê kişand ser xwe, êdî li zarokan tê kirin. Welatiya bi navê Zeynep Mihemed, ji ber ku şervanên YPG/YPJ'ê di şerê Kobanê de berxwedanek bêhempa nîşan dan navê "YPG" li kurê xwe kir û got: "YPG/YPJ hêza me ye, me hemûyan diparêze. Eger keç ba jî minê navê bikira YPJ."

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di Şoreşa Rojava de derket holê û bi berxwedana Kobanê ya bêhempa re bala cîhanê kişandin ser hêza xwe. Piştî êrîşên çeteyên hovanê yên DAIŞ'ê, Şervanên YPJ/YPG’ê bi berxwedanek sedsalî û destanî re Kantona Kobanê parastin û nehiştin Kobanê bikeve. Piştî vê berxwedana dîrokî navê şervanên YPG/YPJ'ê li cîhanê deng veda. Di gelek pirtûkan, kovaran, helbestan û stranan de cih girtin û navên xwe di dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsandi. Her wiha wek navê YPJ, Kobanê, Şengal û YPG navê bebekan dixemlîne. Welatiya bi navê Zeynep Mihemed jî wek bi hezaran welatiyên Kobanê, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê welatê xwe terk kiriye hatiye Pirsûsê û di wargeha AFAD'ê ya hikumetê de bi cih bûye. Lê hesreta vegera welatê xwe dijî. Zeynep da zanîn ku şervanên YPG/YPJ'ê di şerê Kobanê de berxwedanek bêhempa nîşan da û wê jî navê "YPG" li kurê xwe yê berî 2 hefteyan ji dayik bû, kiriye.

Zeynep diyar kir ku ji ber YPG/YPJ, ji bo rûmeta mirovahiyê şer û dozê dike navê YPG'ê li kurê xwe kiriye. Zeynep destnîşan kir ku şervanên YPG/YPJ di cîhanê de bû ye mijara sereke û êdî her kes şervanên YPG/YPJ'ê nas dikin û bi mizgîna Kobanê navê wî kiriye YPG. Zeynep got ku, YPG/YPJ bi berxwedana xwe nehişt Kobanê bikeve û wiha axivî: "Dema ez ji Kobanê hatim ji ber ku me ti cîh nedît em neçar man û em ketin konên AFAD'ê. Wexta em hatin 4 zarokên min hebû. du hefte berê 'YPG' hat dinê. Berî bebeka min bê dinyayê, min ji xwe re biryar da bû. Dema keç biba minê YPJ, kurik çêbiba wê YPG ba. Kurik çêbû min jî navê YPG lê kir. Di berxwedana şerê Kobanê de me jî gelek Şehîd dan. YPJ/YPG rûmeta me ye. Ez bi bawerim ku kurê min YPG, wê li şayesta cangoriyên me û şervanên me yên YPG/YPJ'ê û birêz Serok Abdullah Ocalan bibe."