KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Xwendekarên Sêrtê ji bo Ozgecan meşiyan
Xwendekarên dibistanên seretayî û navîn yên li Sêrtê ji bo Ozgecan Aslan meşek li dar xistin. Xwendekarên ku derketin kolanan qetilkirina Aslan şermezarkirin.
-
-
Cenazeyê şervanê YPG’ê Agirbaş anîn Riha
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ercan Agirbaş (Sîpan Gever) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, di deriyê Murşitpinarê re derbasî Bakurê Kurdistanê hate kirin.
-
-
Li Dêrsimê panela zimanê dayikê
Li Dêrsimê bi pêşengiya Kurdî-Der panela zimanê dayikê pêk hat. Hevşaredarê Dêrsimê Bûl diyar kir ku divê xwedî li zimanê dayikê bê derketin.
-
Ji bo Kobanê kampeke hezar kon tê avakirin
Piştî navenda Kobanê hat azadkirin, kesên neçar mabûn koç bikin vedigerin. Ji bo malbatên li rojavayê Kobanê xaniyên wan xera bûne bicih bibin, xebatên avakirina kampeke ji hezar konî destpê kirin.
-
Pûr: Îranê li dijî gelê Kurd şer ragihandiye
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya KODAR’ê Arwîn Ehmed Pûr diyar kir ku pêwîst e Komara Îslamî ya Îranê çarenivîsa hemû girtiyên siyasî yên ku biryara darvekirina wan dayî yekalî bike.
-
-
KJK: Em li dijî darvekirinan têkoşînê bilind bikin
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku bi darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd re divê gelê Kurd û hemû hêzên demokratîk têkoşînê bilind bikin û bang kir ku divê li her qadê li dijî pêkanînên dij mirovahî yên Îranê helwest bê girtin û bê protestokirin.
-
-
KCK: Îranê pêvajoyeke bi talûke daye destpêkirin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd bi tundî şermezar kir. KCK’ê diyar kir ku dewleta Îranê bi polîtîkayên dijmintiya Kurdan û darvekirinan pêvajoyeke bi talûke daye destpêkirin
-
Wek navê xwe çîroka qehremanî li pişt xwe hişt
Şervanê YPG bavê 6 zaroka 43'ê salî bi navê Mihemed Ahmed (Qehreman) pênc meh berê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi ruhekî qehremanî li çepera serekê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest dide û çîrokek wek navê xwe qehremanî li dû xwe dihêle.
-
YPG: Li Kobanê 15 çete hatin kuştin
Di çarçoveya operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê de, duh gelek gund û cihên stratejîk hatin rizgarkirin û herî kêm 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
-
-
-
-
Şervanê YPG'ê yê Hollandî: Dilê min li wir ma
Şervanê YPG'ê Richard Jansen ê Hollandî, ku di pevçûnên li Şengalê de birîndar bû û ji bo tedawîkirinê anîn Ewropayê got, "Ji ber ku bûm parçeyek ji têkoşîna rûmetê ya Kurdan, kêfxweş im. Zû birîndar bûm. Ji ber ku têkoşîna min nîvco ma, xemgîn im."
-
Riha û Kobanê bi berfê xemilî
Barîna berfê ya li Riha û navçeyên wê ya di saetên sibê de destpê kir rêya Wêranşar-Amed û Qoser-Wêranşarê li trafîkê girt, xeta sînor a Kobanê û Kobanê jî bi berfê xemilî.
-
-
-
-
Navendên hilbijartinan ên Kantona Cizîrê hatin zêdekirin
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên Kantona Cizîrê re, liv û tevgera li bajarên herêmê zêde bûn. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê hejmara navedên hilbijartinê ku beriya niha wekî 122 hatibûn diyarkirin, zêde kir û derxist 190.