Xwendekarên Sêrtê ji bo Ozgecan meşiyan

Xwendekarên dibistanên seretayî û navîn yên li Sêrtê ji bo Ozgecan Aslan meşek li dar xistin. Xwendekarên ku derketin kolanan qetilkirina Aslan şermezarkirin.

Xwendekarên dibistanên seretayî û navîn yên li Sêrtê ji bo Ozgecan Aslan meşek li dar xistin. Xwendekarên ku derketin kolanan qetilkirina Aslan şermezarkirin.

Xwendekrên wêneyên Ozgecan Aslan hilgirtin, li ber Dibistana Seretayî ya Sancaklar kom bûn. Xwendekar bi pankartên “Ozgecan ji bîr neke nede jibîrkirin”, "Ozgecan Aslan nemire" heta Bulvara  Halîl Polat meşiyan, dirûşmên, "Ji şideta li hember jinê re na",  “Ozgecan Aslan nemire” gotin.

Piştî meşê di daxuyaniya li Bulvara Halîl Polat hat dayîn Esma Karanfîl got ku xemgînin, lê wê şînê negirin û got, “Em ji bo Ozgecan Aslan edaletê dixwazin. Em ji bo tevayî jinên rastî tacîz, tecawiz û şîdetê tên edaletê dixwazin. Em dixwazin li bajêr, tax û kolana xwe bê tirs bijîn.”