Sefîrê Elman Kurz, Êlih ziyaret kir
Sefîrê Komara Federal a Elmanya yê li Enqereyê Dr. Kurz, Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr û Êzidiyên li bajêr ziyaret kir.

Sefîrê Komara Federal a Elmanya yê li Enqereyê Dr. Thomas Kurz, ji bo rewşa Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji neçarî hatin Êlihê lêkolîn bike û hin hevdîtinan bike, hat bajêr.
Di hevdîtina bi Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr re, Nivîsyara ji Karên Siyasî Berpirsyar Wenke Dagyab û Şêwirmendê Siyasî Kamûran Kayhan amade bûn. Hevşaredar Ozdemîr sênîkek ji nexşên Heskîfê û pirtûkek danasîna Êlihê diyarî Kurz kir. Kurz piştre bi heyeta pê re û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Şaredariyê Ozgur Ozbek, Êzidiyên li Navenda Sporê ya Esentepeyê ziyaret kir. Kurt der heqê hovîtiya DAIŞ'ê de ji Şengaliyan agahî stend û diyarî da zarokan.
Sefîr Dr. Thomas Kurz, Heskîf jî ziyaret kir.