Şervanê YPG bavê 6 zaroka 43'ê salî bi navê Mihemed Ahmed (Qehreman) pênc meh berê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi ruhekî qehremanî li çepera serekê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest dide û çîrokek wek navê xwe qehremanî li dû xwe dihêle.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji hêla şervanên YPG/YPJ'ê bi awayekî qehremanî hat şikandin û bi operasyonê paqijkirinê her diçe Rojava ji çeteyên hovanê dijî mirovahiyê paqij dikin. Her wiha bi dehan cangoriyên YPG/YPJ'ê di vî şerê rûmetê de jiyana xwe bi qehremanî rû dan û bi girêdana bajarê mirovahiyê Kobanê gihaştin merhela şehîdbûn ê. Ji van şehîdan yek jê şervanê YPG bavê 6 zaroka 43'ê salî bi navê Mihemed Ahmed (Qehreman) pênc meh berê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi ruhekî qehremanî li çepera serekê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest dide û çîrokek wek navê xwe qehremanî li dû xwe hişt. Ahmed bi îhtîmala zarokên xwe carek din nebîne li çepera serî li hemberî çeteyan welatê diparast. Ahmed bi wêrektiya xwe şervanan di bin bandora hişti bû û gelek dihat hezkirin. Ahmed li gundê xwe yê bi navê Kêlxeydê ew û 6 zarokên xwe li hêla başûrê Kobanê dijîn û 3 sala gundê xwe li hemberî çeteyên terorîst di parast û her wiha ji gundiyan jî pêşengtî dikir. Mihemed 5 meh berê bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li gundê Çelebiyê de heta dawiyê li ber xwe da û li vî gundî jiyana xwe ji dest dide. Malbata Mihemed cenazeyên Qehreman li Goristana Şehîd Dîjle vedişirin û tînin Pirsûsê.
'PARASTINA KOBANÊ BERÎ HER TIŞTÎ TÊ'
Hevjina Qehreman Hedlê Mihemed got ku Qehreman pir ji zarokan hez dikir û ligel ev hezkirina zarokan eniya xwe terk nekir û welatê xwe heta dawiyê parastiye. Hedlê diyar kir ku dema çeteyan êrîşî der dora wan dikirin, berî her kesî hevserê wê diçû çeperê û wiha axivî: "Qehreman pir wêrek bû. Dema êrîş çêdibû, nedigot zarokên min heye an tine ye. Tenê parastina welatê xwe difikirî. Ji bo parastina gundan û Kobanê jî hemû welatiyên derdorê jî bi rêxistin dikir. Dema êrîşên çeteyan zêde bûn, Qehreman çû gündên derdorê dirparst û bi rojan ne dihat malê. Her tim di pêşiyê de bû. Parastina Kobanê berî her tiştî dihat. Dema çû parastina gundê Çelebiyê jiyana xwe ji dest dide û ew jî dikeve nav kerwana şehîdan."
'EZ DIXWAZIM VEGERIM KOBANÊ Û GORA HEVSERÊ XWE BIBÎNİM'
Hedlê bi lêv kir ku dema Qehreman şehîd dikeve ewilî bawer nekiriye û wiha dawî li axaftina kir: "Êrîşên çeteyan gihaştibûn asta herî zêde. Em bi biryara hevalan hatin Navenda Kobanê. Me di bin gelek astengiyê cenazeyê hevserê xwe anî û veşart. Piştî me Qehreman defin kir em hatin Pirsûsê. Kobanê bi saya şehîdên me ne ket destên çeteyan. Serê me her tim bi wan re bilind e. Tenê teselliya min rêhevalên hevserê min nehişt Kobanê bikeve û Kobanê ji çeteyan paqij kiriye. Ez dixwazim vegerim Kobanê ya xwe ya rengîn. Ser axa xwe. Ez biçim Kobanê êz ê biçim ser gora wî.