Ji bo Kobanê kampeke hezar kon tê avakirin

Piştî navenda Kobanê hat azadkirin, kesên neçar mabûn koç bikin vedigerin. Ji bo malbatên li rojavayê Kobanê xaniyên wan xera bûne bicih bibin, xebatên avakirina kampeke ji hezar konî destpê kirin.

Piştî navenda Kobanê  hat azadkirin, kesên neçar mabûn koç bikin vedigerin. Ji bo malbatên li rojavayê Kobanê xaniyên wan xera bûne bicih bibin, xebatên avakirina kampeke ji hezar konî destpê kirin.

Piştî navenda bajarê Kobanê azad bû, hejmara kesên vedigerin zêde bû. Ji bo kesên xaniyên wan xera bûne çêkirina kampeke ji hezar konî destpê kir. Berdevkê Jinûve Avakirina Kobanê Îdrîs Nassan der barê mijarê de ku agahî da, banga ji bo vekirina korîdora mirovî dubare kir.

‘BI QASÎ HAT XWESTIN KON NEHATIN’

Nassan diyar kir ku her roj bi sedan welatî vedigerin Kobanê, gelek xaniyên li bajêr di rewşeke ku mirov nekare bikar bîne de ne û lewma biryara avakirina kampekê dane. Nassan anî ziman ku li qada rojavayê Kobanê li cihê ku diyar kirine dest bi xebatan kirine, pêdiviyên kon û kelûpelan wê bi rêya alîkariyên ji Bakurê Kurdistanê hatine komkirin bînin cih. Nassan da xuyakirin ku hin konên wê li kampê bicih bikin gihiştine destê wan û got, “Ji bo kampa me plan kiriye, hê kon û kelûpelên bi qasî tên xwestin di destê me de nînin. Têkildarî vê mijarê em careke din bang dikin.”

‘JI BO VEKIRINA KORÎDORÊ DIVÊ ZEXT LI TIRKIYEYÊ BÊ KIRIN’

Nassan anî ziman ku li kampê wê 4 dibistan, nexweşxaneyek û nuqteya asayîşê jî hebe û der barê alîkariyan de got, “Derdora Kobanê dorpêçkirî ye. Ji bo alîkariyên ji me re tên şandin bê astengî bigihêjin me, hê li aliyê Tirkiyeyê korîdor nehatiye vekirin. Divê di asta navneteweyî de zext li Tirkiyeyê bên kirin.”

Nassan da xuyakirin ku ji bo mayinên li Kobanê bên paqijkirin divê ekîbên pispor bên şandin û komîsyonên ji bo jinûve avakirinê hatine hatine amadekirin xebatên tespîtkirina xisarê didomînin.