Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên Kantona Cizîrê re, liv û tevgera li bajarên herêmê zêde bûn. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê hejmara navedên hilbijartinê ku beriya niha wekî 122 hatibûn diyarkirin, zêde kir û derxist 190.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina amadekariyên dawî yên hilbijartinên meclîsên şaredariyan ku wê di 13’ê Adarê de pêk werin, bi Serokatiya Meclîsa Rêveber re civînek lidar xist.
Di civîna ku li navenda Meclîsa Rêveber a li bajarê Amûdê pêk hat de amadekariyên hilbijartinan hatin nirxandin û hate gotin ku divê heta dema hilbijartinan (13’ê Adara 2015’an) hemû xebatên pêwîst werin kirin da ku hilbijartin bi awayekî demokratîk derbas bibin.
Di encama nirxandinan de ji bo peywirdarên sindoqan û nûnerên namzetan ku wê roja hilbijartinê bêne erkdarkirin biryar hatin girtin. Li gorî agahiyên ku berpirsyarên komîseriyê dane biryarên hatine girtin wiha ne:
-Desteya Perwerde û Hîndekariyê ji bo perwerdekirina mamosteyan ku wê xebatên dengdayînê li ser sindoqên hilbijartinan birêve bibin, hate erkdarkirin. Ev mamoste piştî ku werin perwerdekirin wê li pêşiya Komîseriya Hilbijartinan sond bixin.
-Dadgehên herêmê ji bo dayîna mafê wekîltiya qanûnî ya ji bo kesên ku wê bibin wekîlên namzetan, hatin erkdarkirin.
-Hejmara navendên ku hatine amadekirin ku deng lê werin bikaranîn, wekî 190 navend ji nû ve hatiye diyarkirin.
Di bernameya Komîseriya Hilbijartinan ku beriya niha hatibû diyarkirin de, navendên hilbijartinê wekî 122 hatibû diyarkirin.