Piştevaniya Parêzeran: Em tevlî avakirina jiyana nû ya Rojava bibin

Piştevaniya Parêzeran a ji bo Şoreşa Rojava, rapora xwe ya der heqê hevdîtinên li Kantona Cizîrê de aşkera kir: Li Rojava, bi qasî şer ji nû ve avakirina jiyaneke nû heye û ev avakirin li benda desteka her kesî ye.

Piştevaniya Parêzeran a ji bo Şoreşa Rojava, rapora xwe ya der heqê hevdîtinên li Kantona Cizîrê de aşkera kir: Li Rojava, bi qasî şer ji nû ve avakirina jiyaneke nû heye û ev avakirin li benda desteka her kesî ye.

Piştevaniya Parêzeran a ji bo Şoreşa Rojava, rapora xwe ya li ser hevdîtinên 13-17'ê Çileyê yên li Kantona Cizîrê, aşkera kir.

Di civîna çapemeniyê ya li Taksîm Hîll Otelê de, li gel parêzerên di nava Piştevaniyê de cih digirin, Serokwezîra Kantona Efrînê Hêvî Mûstafa, Alîkarê Serokwezîrê Kantona Kobanê Xahid Berkel, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Ayşe Erden, dayika Sûphî Nejat Agirnasli yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da Nûran Agirnasli, nûnerên ESP, SGD, BEKSAV, SDP û TOHAV'ê amade bûn.

Serokwezîra Kantona Efrînê Mûstafa beşdar silav kir û got, "Em jiyaneke nû ya demokratîk ava dikin ku mafên her kesî lê tên parastin. Em her kesî silav dikin."

Bermel jî silavê gelê Kobanê ragihand û got, "Pênc meh in li Kobanê berxwedaneke dîrokî tê nîşandan. Ev yek şerê man û nemanê bû. Çeteyan dixwestin vîna Kurdan ji holê rakin. Ev çeteyên ku bûne belayê serê tevahiya cîhanê, negihaştin armanca xwe. Ez bawerim ku em ê serketina xwe mezin bikin."

Dûre endamên heyetê ji parêzerên ODP'yî Sabrî Kûşkonmaz, ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, ji Buroya Hiqûqê ya Açilim Kemal Toraman, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Ozlem Gumuştaş, ji parêzerên Baroya Stenbolê Îlknûr Alcan û ji Baroya Enqereyê Kazim Bayraktar çavdêrî û nêrînên xwe yên li serdana Kantona Cizîrê anîn ziman.

ENCAMÊN DERKETIN HOLÊ

Li gorî rapora Piştevaniyê, encamên ji serdana Rojava derketin holê bi vî rengî ye:

"Rêveberiya Rojava weke yekîneyên herî biçûk ên siyasî/îdarî/civakî xwe dispêre komunan.

Şoreşa Rojava, ji bo demokrasiya yekser bixe meriyetê, hewl dide hemû pêkhateyan tevlî hemû pêvajoyan bike.

Bingeha aboriyê aboriya komunal e. Lê belê ji ber şer, gavên ji bo aboriyê hêdî tên avêtin.

Her çend dînamîka şoreşê neteweya Kurd be jî, vîn di kesayetiya Kurdan de yekdestî nebûye, li ser bingeha neteweya demokratîk, yekgirtina azad a hemû gelan esas tê girtin.

Parastin ji bo gelan bi gelan rehatiye avakirin.

Rewşa antî mîlîtarîs a Rojava, li ser bingeha parastina cewherî ya gel teşe digire.

Li Rojava feraseta ewlekariyê xwe naspêre şer. Çareseriya dûrî şîdetê û lihevkirina civakî rolê dilîze.

Li Rojava bi şoreşê re hebûna jinê ya li qada jiyana civakî berfireh bûye. Kengî jinan karê ku mêr dikin kirin û bi qasî mêran bûn xwedî mafê gotinê, ewqasî jî baweriya jinan a bi xwe zêde bû û guhertineke demokratîk di nava civakê de derket holê.

Li Kantona Cizîrê ya Rojava, erka dadgeriyê li ser sîstemeke bêalîtî û serbixwetiyê esas digire, hatiye avakirin.

Li Rojava sîstema dadgeriyê û lêgerîna edaletê xwe dispêre demokrasiya gel.

Li Rojava hem şer hem jî avakirina civakeke nû bi hev re dimeşin.

Destketiya herî xurt li qada jinê ye. Pîvana tevlîbûna wekhev/temsîliyeta wekhev bi biryardarî bicih tê anîn."

BANGA PIŞTEVANIYEKE ŞÊNBER BI ŞOREŞÊ RE

Parêzeran ji bo dewamiya piştevaniya bi şoreşê re ev banga şênber kir:

"Li Rojava û bi taybetî jî li Kobanê, ji bo mijarên êrşên çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên mîna wan lêkolîn bike, em bang dikin desteyeke lêkolînê were avakirin û dest bi xebatê bike. Bi vê yekê ve girêdayî, divê ev sazî berpirsyariyên hemû sazî û dewletên li herêmê yên li pêşberî drama mirovahiyê ya li Rojava jî, lêkolîn bike.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên însanî, pêwîste statuya Rojava were naskirin, welatên cîranên Rojava dawî li hemû ambargoyên siyasî, bazirganî, fîîlî û hiqûqî bînin, deriyên sînor vekin û girîng e raya giştî ya navneteweyî bala xwe bide ser van nuqteyan.

Di mijarên derman, kel û melên perwerdeyê û alîkariya tibî de divê alîkariyên lezgîn ên însanî tavilê bên kirin.

Em bang mirovên têgihiştî, endezyar, xwedî pîşe, sazî û odeyan ên li Tirkiye û welatên din dikin ku di mijara avakirina jiyaneke nû ya li Rojava, sîstema civakî û aborî ya nû de, desteka teknîkî û agahiyan parve bikin. Bi taybetî jî pêwîstî bi endezyarên ji qadên zîreet, jeolojî, hawirdor, plansaziya bajêr û petrolê heye.

Di qada tenduristiyê de pêwîstiyeke lezgîn a kel û melên tibî û doktoran heye, divê hemû doktor, personelên tenduristiyê û saziyên pêwendîdar alîkariyê bikin.

Bi taybetî em bang li hîndekaran dikin ku tevkariya bikin."