Riha û Kobanê bi berfê xemilî

Barîna berfê ya li Riha û navçeyên wê ya di saetên sibê de destpê kir rêya Wêranşar-Amed û Qoser-Wêranşarê li trafîkê girt, xeta sînor a Kobanê û Kobanê jî bi berfê xemilî.

Barîna berfê ya li Riha û navçeyên wê ya di saetên sibê de destpê kir rêya Wêranşar-Amed û Qoser-Wêranşarê li trafîkê girt, xeta sînor ya Kobanê û Kobanê jî bi berfê xemilî

Li Riha û navçeyên wê di saetên sibê de berfê destpê kir. Li herêma Qerejdaxê behf heta 20 santîmetreyî barî, rêya Wêranşar-Amed û Wêranşar-Qoserê ji ber berfê li trafîkê hat girtin.  Li Wêranşarê ji ber berfê dibistan ketin betlanê, navçeya Pirsûs û xeta sînor a Kobanê bi berfê xemilî. Girê Arîn Mîrxan (Miştenûr) jî ji berfê spî bû. Barîna berfê li tevayî Rihayê didome.