Pûr: Îranê li dijî gelê Kurd şer ragihandiye

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya KODAR’ê Arwîn Ehmed Pûr diyar kir ku pêwîst e Komara Îslamî ya Îranê çarenivîsa hemû girtiyên siyasî yên ku biryara darvekirina wan dayî yekalî bike.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya KODAR’ê Arwîn Ehmed Pûr diyar kir ku pêwîste Komara Îslamî ya Îranê çarenivîsa hemû girtiyên siyasî yên ku biryara darvekirina wan dayî yekalî bike.

Arwîn Ehmed Pûr der barê darvekirina Saman Nesîm, Elî Efşar û Hebîb Efşar de ji RojNewsê re wiha got: “Ev demeke Komara Îslamî ya Îranê biryara darvekirina komek girtiyên siyasî daye. Mixabin me heta niha nûçeya darvekirina 3 ji wan (Saman Nesîm, Elî Efşar û Hebîb Efşar) bihîst. Çarenivîsa yên din ne diyare.”

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya KODAR’ê di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Pêwîste Îran çarenivîsa hemû girtiyên siyasî yên ku biryara darvekirina wan hatiye dayîn yekalî bike û bi daxuyaniyek fermî ragihêne. Çawa bidarve dike, bi heman awayî bi wêrekî vê yekê ragihîne.”

Ehmed Pûr diyar kir ku Îranê 12 kes binçav kiriye û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Niha Îranê li Mihabad û Sine dest bi serdegirtinan kiriye û 12 welatparêz binçavkirine. Îranê li dijî gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê şer ragihandiye.”

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya  KODAR’ê Arwîn Ehmed Pûr di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em li benda daxuyaniyên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê ne. Ger nûçeya darvekirina wan hevalan rast be, emê helwestek ciddî wergirin û em amadekariyan dikin. Em daxwaz ji gelê kurd dikin ku di çalakiyên xwe de berdewam bin.”