DBP: Dewleta Tirk gel û ziman tine hesibandin

DBP’ê diyar kir ku li erdnîgariya ku em dijîn bi paradîgmaya netewe dewletê gel tine hatine hesibandin.

DBP’ê da zanîn ku dewleta Tirk bi pêkanînên xwe yên qedexekirina zimanên cuda hebûna gelan hedef girtiye û sûcê mirovahiyê kiriye û got: " Erdnîgariya ku em lê dijîn bi paradîgmaya netewe dewletê gel tine hatine hesibandin.”

Navenda Giştî ya DBP’ê daxuyaniyek nivîskî da û 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir.

'JI BO NEBE ZIMANÊ AKADEMÎK XWESTIN PÊŞÎ LÊ BIGIRIN'

DBP’ê di daxuyaniyê de zanîn ku 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê bûye rojeke ku daxwazên der barê çand û zimanê xwe bîne ziman û daketina kolanê ye. DBP’ê wiha got: “Ev rewş di encama rewşeke xwezayî ya gelekî ku ziman û çanda wan tine hesibandiye derketiye holê. Gelê ku bi salane bi paradîgmaya netewe dewletê tine hatine hesibandin, vê rojê roja cejnê wek roja berxwedanê wek roja lêgerîna maf jiyane. Ev erdnîgarî bi paradîgmaya netewe dewletan tine hatine hesibandin.  Bi salan ji bilî zimanê Tirkî nehiştin ti zimanekî din bê bikaranîn.

Ji aliyê dewleta Tirk ve zimanê Kurdî, Lazî, Ermenî, Erebî, Çerkezî tine hatine hesibandin û pêşî li pêşketina çanda van  gelên xwedî van zimanan girtine. Hêzên serdest bi armanca ku van cudahiyan tine bihesibîne zimanên asîmîle kiriye. Dîsa bikaranîna zimanê wan a di qada cemawerî de qedexe kiriye û nexwestiye ku zimanê wan bibe zimanekî akademîk. Di qada zanistî de jî nehatiye qebûlkirin.

HEBÛNA GELAN HEDEF HAT GIRTIN

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên li dijî zimanan pêk hatiye di rastiyê de li dijî hebûna gelan pêk hatiye û got: “Di sedsala 21’ê de li welatî hê nekarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin.  Ev sûcê mirovahiyê ye. Ev şerma mirovahiyê ye. Ji bilî netewa serdest netewe nayên dîtin û nayên nasîn. Ev rewşeke berevajî vê ye. Ji bo vê jî divê astengiyê li ser vê rabin.”