Li Kolnê meşa li dijî qedexeya li ser PKK'ê
Li bajarê Elmanya Kolnê bi sedan kes li dijî qedexeya li ser PKK'ê meşiyan.
Li bajarê Elmanya Kolnê bi sedan kes li dijî qedexeya li ser PKK'ê meşiyan.
Li bajarê Elmanya Kolnê bi sedan kes li dijî qedexeya li ser PKK'ê meşiyan. Beriya rûniştina taybet a li Meclîsa Federal a roja Pêncşemê, ji Rudolfplatzê heta Dêra Dom a dîrokî meşek hat lidarxistin. Meş bi piştgiriya rêxistinên Kurd, Elman û Çep pêk hat.
Girseya gel li dû pankarta bi nivîsa "Dawî li qedexeya li ser PKK'ê bînin" meşiya û bê navber dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" qîriya. Ji ber darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd Saman Nesîm, Elî Efşanî û Hebîbûllah Efşanî, Komara Îslamî ya Îranê hat şermezarkirin.
Meşvanan wêneyên Saman Nesîm, Elî Efşanî û Hebîbûllah Efşanî, li gel pankarta ji wêneyên Ozgecan Aslan a li navçeya Mersîn Tarsûsê bi hovane hat qetilkirin hilgirtin û dirûşmên "Kujer Îran" û "Kujer dewlet" berz kirin.
Di mîtînga piştî meşê de parlamenterê Elman ê Partiya Çep Andrej Hunko û Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç axivîn.
'DIVÊ ÊDÎ DAWÎ LI QANÛNA MANFRED KANTHER BÊ ANÎN'
Parlamenterê Partiya Çep Andrej Hunko mafê destpêkê yê axaftinê wergirt û got, "Bi Kobanê re cîhanê baştir Kurd nas kir." Hunko diyar kir ku ji ber vê yekê, ew ji rûniştina roja Pêncşemê ya li Meclîsa Federal bi hêvî ne.
Hunko got, "Çapemeniya Navneteweyî yekemcar bi berfirehî cih da Kurdan. Pêwîte em vê firsendê baş bikar bînin. Rûniştina PKK'ê ya 26'ê Sibatê roja Pêncşemê ya li Meclîsa Federal gelekî girîng e. Ji ber vê yekê jî em lidarketina meşên bi vî rengî gelekî watedar dibînin."
Hunko bang li hikûmeta Merkel kir û got, "Dawî li qedexeya li ser PKK'ê bînin, dawî li krîmînalîzekirina gelê Kurd bînin. Dawî li qanûna qedexe ya Manfred Kanther bînin. Kanther bi xwe tineye, lê qanûna wî hînê di meriyetê de ye. Ev yek nayê qebûlkirin."
Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç jî bibîr xist ku Serokwezîra Elmanya Angela Merkel di hevdîtina xwe ya li gel rayedarên Tirk de got, "em destekê didin pêvajoya aştiyê" û got, "Eger di gotinên xwe de ji dil be, divê dawî li qedexeya li ser PKK'ê bîne."
Koç axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ji ber qedexeya li ser PKK'ê, divê êdî Kurd neyên krîmînalîzekirin û eger hûn li Tirkiyeyê aştiyê dixwazin, hûn ê PKK'ê ji lîsteya 'terorê' derxînin."
Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.