Li şûna bersûcên tecawizkar dixwazin zarokên mexdûr heta bi hetayê ceza bikin!

Der heqê doza li hemberî bersûcên li Girtîgeha Zarokan a Pozanti li dijî zarokên Kurd destavêtin û destdirêjî kirin de, biryara neşopandinê hat dayîn. Lê belê 4 zarokên mexdûrên Pozanti yên dozdar, bi cezayê ragirtina heta bi hetayê tên darizandin.

Der heqê doza li hemberî bersûcên li Girtîgeha Zarokan a Pozanti li dijî zarokên Kurd destavêtin û destdirêjî kirin de, biryara neşopandinê hat dayîn. Lê belê 4 zarokên mexdûrên Pozanti yên dozdar, bi cezayê ragirtina heta bi hetayê tên darizandin.

Tevî ku destavêtin û qetilkirina Ozgecan Aslan a li Mersînê di nava raya giştî de rê li ber nerazîbûneke mezin vekir jî, der heqê bersûcên derket holê ku li Girtîgeha Zarokan a Pozanti li hemberî zarokên Kurd ên di sala 2012'an de bi hinceta tevlî çalakiyên civakî bûne û kevir avetine hatin girtin destavêtin û destdirêjî kirin de, doza li wan hatibû vekirin bi biryara neşopandinê bi encam bû. Lê belê li aliyê din, 4 zarokên mexdûrên Pozanti yên dozdar, bi cezayê ragirtina heta bi hetayê tên darizandin.

Zext, zilm, zîndan û îşkenceya dewletê ya li Kurdên ji neçarî li Mersînê bicih bûne, bê navber dewam dikin. Beriya sê salan, bi dehan zarokên bi hinceta kevir avêtin li Girtîgeha Zarokan a Pozanti hatin bicihkirin û li destavêtin û destdirêjiya karmendên dewletê rast hatin. Li şûna darizandina van tecawizkaran, zarokên mexdûr bi cezayê ragirtina heta bi hetayê tên darizandin. Li dehan zarokan cezayê girtîgehê yê ji sedan salan hat dayîn. Malbatên wan jî bi cezayên ji mîlyonan re rû bi rû hatin hiştin.

578 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ, YEK MÎLYON TL CEZAYÊ PERE

Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Mersînê Alî Tanriverdî da xuyakirin ku zarokên Kurd ên li Girtîgeha Zarokan a Pozanti rastî destavêtin û destdirêjiyê hatin, yek bi yek li girtîgehê hatine bicihkirin û diyar kir ku zarokên 18 saliya xwe temam kirin, bi cezakirina cezayên girtîgeh û pereyan re hewl tê dayîn bên bêdengkirin. Tanriverdî got, "Li gorî qeyda serlêdanên fermî yên di sala dawî de li komeleya me hat kirin; di nava salekê de bi giştî 129 zarok hatine binçavkirin, girtin û li dadgehên zarokan hatine darizandin. Dozên der heqê 67 ji van bi encam bûne. Di ti ji van dozan de biryara beraatê derneketiye. Ev yek jî nîşan dide ku hewl tê dayîn zarok bên çavtirsandin. Li van zarokan jî bi giştî 578 sal, 11 meh 6 roj cezayê girtîgehê û 978.180.00 T.L. cezayê pere hatiye dayîn. Her wiha Walîtiya Mersînê jî di nava sala 2012'an de li malbatên zarokên hatin girtin 1.270.000.00 cezayê pere hatiye birîn."

Tanriverdî da zanîn ku dozên der heqê karmendên dewletê yên li Girtîgeha Pozanti ya Zarokan dest avêtin zarokên Kurd de hatin vekirin, bi biryara neşopandinê bi encam bûn û anî ziman ku 4 zarokên dozdar ketine rewşa yên doz lê hatine vekirin, bi daxwaza cezakirina cezayê heta bi hetayê hatine darizandin û got, "Dozên der heqê 20 bersûcên destavêtin û destdirêjiyê hat vekirin, bi biryara neşopandinê bi encam bû. Li şûna karmendên dewletê yên tecawizkar, 4 zarokên mexdûrên dewletê bi hinceta 'zerar dane malê dewletê' li 2. Girtîgeha Cezayê Giran a Mersînê ji xala 302. ji bo bi ragirtina heta bi hetayê werin cezakirin, tên darizandin. Ev Pakêta Ewlekariya Hundirî a îro hewl tê dayîn bê derxistin, li hemberî Zarokên Kurd ên li Mersînê ji xwe tê bikaranîn."

Tanriverdî da zanîn ku beşeke mezin a zarokên mexdûrên Pozanti, piştî emrê wan temam bû li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kurkçulerê hatine bicihkirin û destnîşan kir, ku travmaya hatiye serê zarokên Kurd dewam dike. Tanriverdî got, "Pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li Girtîgeha Pozantiyê anîn serê van zarokan, niha bi rêbazên cuda li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê dewam dikin. Zarokên ji girtîgehên zarokan ên Pozanti û Sîncanê hatin berdan, piştî ku 18 saliya xwe temam kirin, bi fezleke û îdîayên bê bingeh ji nû ve hatin girtin. Temamiya girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kurkçulerê, sirgûnî herêmên cuda yên Derya Reş hatin kirin. Ev zarokên li girtîgehên cuda yên ji Pozantiyê, li Girtîgeha Kurkçulerê hatin bicihkirin. Li gel girtin, cezayê girtîgehê û cezayê pere yê bê sînor, niaha jî li Girtîgeha Kurkçulerê bi pêkanînên li derveyî mirovahiyê re rû bi rû ne.

Tanriverdî da xuyakirin ku li gel hovîtiya tê serê zarokan, malbatên wan jî bi zehmetiyên giran ên aboriyê re rû bi rû hatine hiştin û got, "Dewlet bi çavê 'terorîstê potansiyel' li zarokên Kurd dinêre. Li Mersînê saziyên cuda yên dewletê, bi çavê tolhildanê li zarokên Kurd dinêrin. Mersîn yek ji metropolên kuk Kurdên di salên 1990'î de ji ber şewitandina gundan ji neçarî hatin lê bicih bûne. Zêdeyî yek ji sê parên nifûsa bajêr Kurd in. Bi taybetî jî nifûsa zarok û ciwanan zêde ye. Zarokên ku mexdûrên yekser ên pevçûnê bi salan e, herî zêde mafên wan hatin bihpêkrin. Malbatên wan ên ji neçarî koçî Mersîn, Edene û metropolên din ên Tirkiyeyê kirin, li gel bêkarî û xizaniyê li cihêkariyê jî rast hatin. Zarokên li Mersînê di nava van şert û mercan de mezin bûn, hem li qadên jiyanê hem jî li Girtîgeha Pozantiyê ji pêkanînên li dijî mirovahiyê re şahidî kirin."

'TEVÎ KU KEVIR NEAVÊTIYE JÎ, PÊ DIDIN QEBÛLKIRIN'

Tanriverdî da xuyakirin ku di bin îşkenceyê de zexta ajankirinê li zarokan tê kirin û got, "Zarok li qereqolê rastî îşkenceyê tên. Dûre zexta sîxuriyê, şahidiya veşartî li wan tê kirin. Di hemû dosyayên niha yên li girtîgehên xwedî erka taybet ên li Edeneyê de gelek şahidên veşartî weke delîl hatine bicihkirin. Piraniya şahidên veşartî jî zarok in. Li Qereqolê, zarok ji bo ew û malbatên wan zerare nebînin, salên dirên li girtîgehê nemînin û bi awayekî ne girtî were darizandin, ji qereqolê yekser bên berdan, zext li wan tê kirin û navekî bêjin û îmzeya xwe biavêjin binê lîsteyê. Dûre jî ji wan dibêjin; 'eger hûn ji apê me re bi şêweyê em dixwazin biaxivin, em ê we berdan'. Li ser vê yekê, zarok jî der heqê kesê qet nas nake de şîroveyan dike."

Tanriverdî anî ziman ku piraniya zarokên bi hinceta tevlî xwepêşandanan bûne hatine binçavkirin, bi daxwaza girtinê yekser sewqî dadgehê hatine kirin.