Qedexeya li ser PKK'ê di rojeva Meclîsa Federal de ye

Der heqê qedexeya li ser PKK'ê de, ku ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê di meriyetê de ye, li ser banga mûxalefeta bingehîn a Meclîsa Federal Partiya Çep, rûniştineke taybet tê lidarxistin.

Der heqê qedexeya li hember PKK’ê ya ji sala 1993’an de li Elmanyayê di meriyetê de ye, bi banga partiya muxalefet a sereke ya Meclîsa Federal Partiya Çep wê rûniştinek taybet pêk tê. Di civîna ku wê di 26’ê Sibatê de pêk bê Partiya Çep wê daxwaz bike ku ji bo rakirina qedexeyê bila hikûmeta Merkel bikeve nava tevgerê.

Di 26’ê Mijdara 1996’an de hikûmeta Kolnê bi bultena 53 rûpelî PKK li Elmanyayê qedexe kir. Heman rojên li welat komele hatin girtin û balkêş e ku di bultenê de der barê şîdeta şerê li Kurdistanê de, şewitandina gundan a ji aliyê artêşa Tirk ve pêk hat, yek hevokek cih nedigirt.

Hevalên ekîbê yên ku partiya CDU ya Kolnê anîn;  Wezîrê Karên Derve Kînkel û Wezîrê Karên Hundir Kanther projeya qedexeya PKK’ê hêz kirin û di dawiya salên 90 û serê sala 2000’î de qedexe bi awayekî herî tund pêk hat. Serokwezîrê Hikûmetê Schroder, Wezîrê Karên Hundir Schîly û Wezîrê Karên Derve Fîscher  qedexeya ji ekîba berê girtibûn bê kêmasî pêk anîn.
Qedexeya PKK’ê piştî salan şûnde  di dema ‘Koalîasyona Mezin’ yanî hikûmeta CDU-CSU de di asteke krîtîk de derbas dibe. Vê carê giraniya têkoşîna bi heybet a gerîlayên PKK û YPG-YPJ’ê ku li dijî DAIŞ’ê didin meşandin heye.

BI KOBANÊ Û ŞENGALÊ RE XERA BÛ

Di 3’ê Tebaxa 2015’an de DAIŞ’ê li Şengalê êrîşê Êzidiyan kir û li ser vê gerîlayên HPG-YJA STAR û şervanên YPG û YPJ’ê mudaxale kir û bi deh hezaran Êzidî xilas kirin.  Li ser vê yekê guherîna nêzîkatiya li dijî Kurdan ket rojevê.  Piştre jî serketina şerê Kobanê hat.

Ji çapemenî û siyasetmedarên Ewropayê ji bo Yekîtiya Ewropayê  zexta ‘PKK’ê ji lîsteya terorê derxe’ ji bo Elmanyayê jî zexta ‘qedexeyê rake’ hat kirin.  Elmanya guhê xwe li vê daxwazê digire. Wezîrê Parastina Elmanyayê Ursula von der Leyen Pêşmerge nîşan da û got: “Ew Kurd ji bo me şer dikin.” û bi hevokekê jî behsa şervanên YPG’ê nedikir.

Ev newekhevî di bernameyên ‘Talkshow’ de jî dibûn mijar.  Di kanala dewletê ya ZDF de bi bernameya ‘Heute-Showî (Îro-Show) de moderator Oliver Welke bi van gotinan polîtîkaya hikûmeta Merkel a der barê Kurdan de digirt dest: “Hefteya buhrî Meclîsa Federal biryarek girt û got ku wê çekan bişînin ji Kurdan re. Xweda bistirîne! Hemû Kurd çekan nagirin. Ji PKK’ê re tine, ji pêşmergeyan re heye, di navberê de ferqek mezin heye. PKK’iyan Êzidî ji Şengalê xilas kir, lê ji wan re çek tine, ew Kurdên xerab in. Pêşmerge jî wê roketên mîlan ên ji salên 70’yî mane bigirin.”

Wezîrê Karên Derve Steînmeîr li gel hemû bangan bêdeng ma. Steînmeîr li dijî pirsa ‘PKK li dijî DAIŞ’ê şer dike çima alîkariya çekan nagire? jî got: “Heta PKK Tirkiyeyê bi şîdetê tehdîd bike ev pirs nekare bê pirsîn.”

Lê kesekî din ê ji hikûmeta Merkel, Serokê Koma CDU-CSU Volker Kauder ji kovara Der Spîegel re axivî û got ku dikare alîkariya çekan ji bo PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê şer dike bê kirin.

PARTIYA ÇEP QEDEXE BIR MECLÎSÊ

Piştî ku hikûmetê di qedexeyê de israr kir partiya Çep di meha Kanûna buhrî de serî li Meclîsa Federal dabû. Partiya Çep daxwaz kiribû ku PKK hêza motora demokratîkbûna Rojhilata Navîn e û gotibû bila qedexeya PKK’ê rabe.

Meclîsa Federal vê daxwaza partiya çep wê di 26’ê Sibatê de bi rûniştinek taybet nîqaş bike. Di rûniştina ku hikûmet û partiyên muxalefetê wê amade bin û wê sedema rakirina qedexeya PKK’ê nîqaş bikin. Piştî nîqaşan tê payîn ku pêşnûmeya Partiya Çep amade kiriye bê pêşkêşkirin. Di pêşnûmeyê de bi kurtasî ji bo rakirina qedexeya li hember PKK’ê wiha tê gotin:

“PKK di encama qedexe û zextên ku hikûmeta Tirk li ser Kurdan pêk anî derket holê. Îro Tevgera Azadiya Kurd bi rêveberiyên herêmî re ji bo jiyana bi hev re têdikoşe. Tevgera Azadiya Kurd ku ji bo mafê jin û kêmaran têdikoşe, di rola hêza motora demokratîkbûna Rojhilat de cih digire. Hikûmeta Tirk jî bi PKK’ê re pêvajoya aştiyê muzakere dike. Rabûna qedexeya PKK’ê ji bo Enqereyê ji bo pêşveçûna pêvajoyê rê li ber pêkanîna reformên rast veke.”

Her wiha Partiya Çep wê di 6 xalan bixwaze ku Meclîsa Federal zextê li hikûmetê bike. Ev sal jî wiha ne: “Organîzasyonên girêdayî PKK’ê hatine qedexekirin serbest bin, piştî ku PKK hat qedexekirin li Wezareta Dadê lêpirsîn da detspêkirin û divê dawî li vê dayîn, PKK ji lîsteya terorê bê derxistin, di mijara çareserî û pêvajoya aştiyê de cesaret ji bo hikûmeta Tirk bê dayîn.”

JELPKE: DIVÊ HER KES TEVLÎ XWEPÊŞENDANAN BIBIN

Beriya civînê wê li bajarên cuda yên Elmanyayê çalakî pêk bên û piştgirî ji bo vê banga Partiya Çep bê dayîn.  Di 21’ê Sibatê de wê li Berlîn, Koln û Bremen meş pêk bên. Her wiha di 26’ê Sibatê de wê dema civîn pêk bê wê saet di 16.00’an de li ber Meclîsa Federal Kurd û dostên Kurdan mîtîngekê pêk bînin.

Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke breiya civînê axivî û banga tevlîbûna xwepêşendanan kir û got: “Divê êdî polîtîkaya dijminihiya Kurd bê guhertin.” Jelpke bi salane ji bo qedexeya PKK’ê rabe têdikoşe.