Cenazeyê şervanê YPG'ê Agirbaş li Amedê hat pêşwazîkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ercan Agirbaş (Sînan Gever) yê di şer û pevçûnên Kobanê de jiyana xwe ji dest da, ji Amedê ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin û ber bi Geverê ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ercan Agirbaş (Sînan Gever) yê di şer û pevçûnên Kobanê de jiyana xwe ji dest da, anîn Amedê. Cenazeyê Agirbaş di saetên şevê de ji Rihayê ber bi Amedê ve ket rê, cenazeyê Agirbaş ji aliyê Hevserokê DBP'ê Alî Şimşek û rêveberên DBP, rêveberên MEYA-DER û sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê şervanê YPG'ê Agirbaş bi konvoy ber bi navçeya Gever a Colemêrgê ve hat şandin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Agirbaş wê sibe piştî wecibeyên olî li Geverê were definkirin.