Mamosteyên Yewnanî wê ji bo zarokên Kobanê dibistanê çêbikin
Heyeta Sendîkaya Mamosteyên Yewnanîstanê yên ji bo Kobaniyan hatin Pirsûsê gotin, “Em dixwazin ji bo zarokên Kobanê dibistanekê çêbikin.”

Heyeteke ku ji Sendîkaya Mamosteyên Yewnanîstanê pêk dihat hat Pirsûsê. Heyeta ji 9 kesan piştî kelûpelên alîkariyê yên di çarçoveya kampanyaya, “Piştevaniya bi Kobanê re” li welatê xwe dane destpêkirin, kom kirin radestî Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Rojava re kirin, konbajar ziyaret kirin. Heyetê paşê li Navenda Çand û Hunerê ya Amara daxuyaniyek da. Rêveberên Şaxa Egîtîm Sen a Riha û yên KCD’ê jî amade bûn. Endama Sendîkaya Mamosteyên Yewnanîstanê Thanîa Vezou got ku modela li Rojava mînakeke pir girîng e
‘EM DIXWAZIN DIBISTANÊ AVA BIKIN’
Vezou got ku bi kampanyayê heta niha 500 kolî alîkarî kom kirine û wiha dewam kir, “Me hezar û 500 Euro pereyê alîkariyê anî. Dema kampanya bi dawî bibe, bi pereyên me kom kirine, em difikirin careke din werin. Paşê jî em dixwazin ji bo zarokên Kobanê dibistanekê ava bikin.”