KJK: Em li dijî darvekirinan têkoşînê bilind bikin

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku bi darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd re divê gelê Kurd û hemû hêzên demokratîk têkoşînê bilind bikin û bang kir ku divê li her qadê li dijî pêkanînên dij mirovahî yên Îranê helwest bê girtin û bê protestokirin.

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku bi darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd re divê gelê Kurd û hemû hêzên demokratîk têkoşînê bilind bikin û bang kir ku divê li her qadê li dijî pêkanînên dij mirovahî yên Îranê helwest bê girtin û bê protestokirin.

Koordînasyona KJK’ê der barê darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd ku aliyê Îranê ve hatin darvekirin daxuyaniyek dan. KJK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Rejîma Îranê polîtîkayên xwe yên faşîzan ên li dijî gelê Kurd zêde kiriye. Îran li her çar parçeyên Kurdistanê bi dîtbariyên cuda û bi destê hêzên hevkar û sîxûr êrîşên veşartî pêk tîne. Netewe-dewletên statuko yên serdest ên li herêmê li dijî serketin û hebûna polîtîk a Kurdan ya li herêmê zêde dibe û yekîtiya neteweyî ya Kurd êrîşên xwe zêde dikin. Hêzên serdest li Rojhilata Navîn ji ber armancên xwe li gelek welatan operasyonan pêk tîne û bi taybet jî li dijî gelê Kurd û tevgera Azadiyê peymanên veşarî yên cuda û planên komployê dike dewrê. Di vê pêvajoya ku DAIŞ’ê êrîşên xwe yên li dijî xaka Kurdistanê zêde kiriye de, rejîma Îranê jî piştgiriyê dide vê koma faşîzan. Li pişt bûyerên dawî yên li Cizîrê li dijî gelê me pêk hatine hikûmeta AKP’ê û rejîma Îranê heye. Di van êrîşên ku li dijî gelê me pêk tên de polîtîkayên vekirî û veşarî yên her du rejîman heye.  Lîstikên her du rejîman jî hêzeke wek DAIŞ’ê bi ser Kurdan de dibe û piştgiriyê dide wê. Heta di gelek êrîşên DAIŞ’ê de ev hêzên dewletan bi awayekî profesyonel cih digirin.

ÎRAN DI POLÎTÎKAYÊN XWE DE ISRAR DIKE

KJK’ê di berdewamiya axaftina xwe de got ku ev demeke ligel ku di navbera rejîma Îran û PJAK’ê de agirbest hatiye îlankirin jî rejîma Îranê êrîş û operasyonên xwe dimeşîne û wiha pêde çû: “Êrîşên li dijî gelê me yê Rojhilat roj bi roj zêde dibin. Ji gelê me re zemîna helwest û têkoşîna demokratîk jî nayê hiştin. Tiryak-fihûş, xizanî û sîxurtî tê zêdekirin û dixwazin bi van polîtîkayan teslimiyetê ferz bikin. Helwesta demokatîk bi îşkence, zilm û darvekirinê bersiva xwe digire. Divê Îran bizane ku ev êrîş kîn û nefreta gelê Kurd zêde dike. Rejîma Îranê ligel ku dizane tercîha gelê Kurd çareseriya demokratîk e jî di êrîşên xwe yên faşîzan de berdewam dike.”

EM REJÎMA ÎRANÊ ŞERMEZAR DIKIN

Herî dawî Saman Nassem yê 17 salî û du birayên hev yên Kurd ku mahkûmî darvekirinê hatin nîşan dide ku rejîma Îranê di pêvajoya pêş de jî wê êrîşên xwe zêde bike.  Ev darvekirinên dijmirovan e bêçaretî û neçareseriya rejîma Îranê nîşan dide.  Em vê polîtîkaya faşîzan a dijminê Kurdan şermezar dikin. Her darvekirinek têkoşîna gelê Kurd wê xurtir bike.

JI KJK’Ê BANGA PROTESTOYÊ

KJK’ê bang li gelê Kurd, hêzên demokratîk û raya giştî kir ku li dijî darvekirinan têkoşînê bilind bikin û got: “Em bang li hemû kesî dikin ku li her qadê li dijî rejîma Îranê bibin xwedî helwest û protesto bikin. Em ji malbata Saman Nesîmî  û her du welatparêzên Kurd re sersaxiyê dixwazin, em soza xwe ya bilindkirina têkoşîna hevalên xwe dubare dikin.”