YPG: 18 terorîst hatin kuştin

Şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya Pêngava Azadkirina Kobanê de 6 gund rizgar kirin î 18 terorîst kuştin.

Şervanên  YPG/YPJ’ê di çarçoveya Pêngava Azadkirina Kobanê de 6 gund rizgar kirin, 18 terorîst kuştin.

Navenda Ragihandina YPG’ê got ku berxwêdana Kobanê ya li hember hewldanên dagirkirina terorîstên DAIŞ'ê tê meşandin û gihiştiye merhaleya serketinê ket roja xwe ya 159'an.

YPG’ê got, “Pengava Azadkirina Kobanê ya ku piştî navenda bajer a Kobanê 26’ê Çile ye ji terorîstan hat paqijkirin destpê kir bi serketî berdewam dike. Di encama van operasyonan de şervanên me li rojava, başûrrojava û başûrê Kobanê de xwe gihandin çeperên xwe yên beriya hewldana dagirkeriyê. Her çiqas hin nuqteyan de cih bi cih pevçûn rû didin jî hêzên me li van qadan serdestiya xwe çekirin.

Di çarçoveya vê pêngavê de şevê din jî hêzên me hin operasyon li dar xistin.

Operasyona li rojhilatê Kobanê hêzên me qadek stratejîk a nêzî febrîkaye Çîmento ji terorîstan paqij kirin. Hêzên me bi awayekî hemwext terorîstên li Sawamayê Çelebî jî hedefgirtin û 3 terorîst kuştin. Li vir hêzên me dest danîn li ser 2 BKC, 1 B7 û 3 guleyên vî û Brunoyek.

Îro di seatên sibê de jî hêzên me li herêma di navbera gundên Gire Xanê û Serzûrî de li hember komên terorîstan êrîşek li dar xistin. Di encama êrîşê de 2 weayîtên leşkerî û motorsîkletêk hat rûxandin û 11 terorîst hat kuştin.

Şeve din hêzên me li başûrrojhilatê Kobanê jî li ser qadêk fireh de operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de gundên bi navê Têlek, Ewênê, Qinê, Êlecax, Zarkotek û Koordînê ji terorîstan hat xilaskirin û azadkirin. Di vê qadê de 2 kuştiyên terorîstan hatiye tespîtkirin. Hêzên me li vir dest danîn li ser 2 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7 û 20 guleyên hawana 60 mm.

Li gundê Getaşê a li rojavaye Kobanê û gundên Xirab Bergê û Dafiye ye li başûrê Kobanê di navbera hêzên me û komên terorîstan de pevçûnên dem kurt rû dane. Di pevçûnan de 2 kuştiyên terorîstan hatiye tespîtkirin."

7 ŞERVANAN JIYANA XWE JI DEST DA

YPG’ê diyar kir di operasyon û pevçûnên 24 seatên dawî de 7 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û 4 jî birîndar bûne.