KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
Alîkariya Syrîza ya ji bo Kobanê li gumrika Tirk aliqî
Heyeta Piştevaniya bi Kobanê re ya di pêşengiya Partiya Syrîza ya Yewnanîstanê de hat avakirin, diyar kir ku TIR’ek alîkariya ji bo Kobanê anîne ji aliyê rayedarên Tirk ve li Deriyê Gumrikê yê Îpsala hatiye rawestandin.
-
YPG: Li Kobanê 52 çete hatin kuştin
Di operasyonên paqijkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê de, duh êvarê li eniyên rojhilat û başûr gundek û girên stratejîk hatin rizgarkirin. Di van operasyonan de herî kêm 52 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
-
-
-
Li Swîsreyê Platforma Hilbijartinê hat avakirin
Li Swîsreyê, bi armanca destekkirina HDP'ê Platforma Hilbijartinê hat avakirin. Di civîna çapemeniyê ya ragihandina platformê de nûnerên Dem Kurd, ÎGÎF, ÎDHÎF, ÎTÎF, SKYP, Yekîtiya Suryaniyan li Swîsreyê, OSP û FEDA, amade bûn.
-
-
YDG-H/YDG-K: Girtinek jî sedema serhildanê ye
YDG-H û YDG-K, li hember êrîşên li dijî gelê Kurd û operasyonên qirkirina siyasî nerazîbûneke tund nîşan da û ji AKP’ê re peyama, "Ti bigirî jî, qetil jî bikî em ê li hember avakirina azadiyê ti astengiyan nas nekin” da.
-
-
-
-
-
Di roja 163. de berxwedana Kobanê hat silavkirin
Nobeda li ser sînor tê girtin, li gundên rojhilat û rojava yên ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hatine azadkirin belav dibe. Bi sedan kesên li gundên Miseynter û Elîzerê li hev civiyan, berê xwe dan Kobanê ya azad û di roja 163. de berxwedêr silav kirin.
-
-
-
Gundê Şero û girên Derfilitî yên Kobanê hatin rizgarkirin
Di operasyonên pêngava duyemîn a azadkirina Kantona Kobanê de, şervanên YPG/YPJ'ê gundê Şero û girên li derdora gundê Derfilitî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Hat ragihandin ku di van operasyonan de 52 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
-
'Li Şengalê hêza DAIŞ'ê ya êrîşê nema ye’
Ji Fermandarên HPG’ê yên Şengalê Berçelan rewşa dawî ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re nirxand. Berçelan destnîşan kir, ku PKK a di çanda wê de teslîmiyet nîne û hêza wê ya parastinê HPG bi rêbaza fedaî xwe gihandine herêmê û pêşî li komkujiyê girtine.
-
-
-
'Min li Kobanê veşêrin'
Edûla Beko Etto ya ji Kobanê, hesreta xwe ya li Kobanê û kurê xwe bi vê gotinê tîne ziman: "Ji bo min bibin Kobanê û veşêrin ev 15 roj in min xwarin nexwariye û min got bila êdî Xwedê canê min bistîne, ku li Kobanê ya xwe bêm veşartin."
-
'Ji bo jin û zarokên Kobaniyî bên Pirsûsê'
Dildarên ji bo Kobaniyên li wargehên li Pirsûsê ji çar aliyên cîhanê hatine, zimanê wan çi dibe bila bibe dixwazin, her kes ji bo jin û zarokên Kobaniyî tiştekî bikin.
-
-
-
-
-
Li Til Şamîranê terora DAIŞ’ê
Çeteyên rêxistina hov DAIŞ’ê li gundên Til Temirê ku li hemberî berxwedana şervanên YPG’ê nekarin xwe rabigirin, li gundê Til Şamîran ê Asuriyan gelek kes qetil kirin.