'Ji bo jin û zarokên Kobaniyî bên Pirsûsê'
Dildarên ji bo Kobaniyên li wargehên li Pirsûsê ji çar aliyên cîhanê hatine, zimanê wan çi dibe bila bibe dixwazin, her kes ji bo jin û zarokên Kobaniyî tiştekî bikin.
Dildarên ji bo Kobaniyên li wargehên li Pirsûsê ji çar aliyên cîhanê hatine, zimanê wan çi dibe bila bibe dixwazin, her kes ji bo jin û zarokên Kobaniyî tiştekî bikin.
Dildarên ji bo Kobaniyên li wargehên li Pirsûsê ji çar aliyên cîhanê hatine, zimanê wan çi dibe bila bibe dixwazin, her kes ji bo jin û zarokên Kobaniyî tiştekî bikin.
Dildarên ji gelek herêmên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê tên Pirsûsê, ji aliyê Navenda Koordînasyonê ya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava ve, li qadên tenduristî, depo, karê qeydkirinê yên li wargehên ji bo Kobaniyan hatine vekirin, tên wezîfedarkirin. Dildarên li wargehên Rojava, Kobanê, Kader Ortakaya, Suphî Nejat Agirnasli, Şehîd Gelhat, Arîn Mîrxan û li bereqeyên ji bo malbatên cangoriyan hatine çêkirin dixebitin, ji belavkirinê heta perwerdeyê, ji tenduristiyê heta xwarinê di hemû karên tedarikkirina pêwîstiyên jiyanî de dixebitin.
'DI BIN DENGÊ BOMBEYAN DE ME BI ZAROKAN RE WÊNE ÇÊKIR'
Işil Ateş a li wargeha Rojava nêzî 40 roj in bi dildarî dixebite anî ziman ku ew di destpêkê de li gundê Bethê tevlî nobeda li ser sînor bûye, li wir zarokên Kobaniyî nas kiriye û got, "Di nava du rojan de ez li gundê Bethê xebitîm. Bi hevaleke/î xwe ku mamosteyê wêneyan e ji bo bi zarokan re bixebitin em hatin. Tevî ku beriya niha li başûrrojava nexebitîme jî, min dît ku ji aliyê mejî ve ne xerîbê rastiya vê derê me. Di bin dengê bombeyan de me bi zarokan re wêne xêz kirin."
'BAWER DIKIRIN KU MORALÊ DIDIN'
Ateş da xukyakirin ku rewş û bûyerên di nava du rojan de dît bandoreke gelekî mezin lê kir û got, "Mirovan her roj bi awayekî plankirî, govend digerandin, dirûşme diqîriyan, stran digotin, berê xwe didan sînor û xeleka ji mirovan çêdikirin. Bawer dikirin ku berxwedêr ji wan moralê digirin. Dema li Stenbolê vegeriyam, bi dilrehetî raneketim. Dema min serê xwe datanî ser behlîfê, rewşa li vê derê, tiştên li vê derê min dît, ji hişê min dernediket. Ji bo du rojan be jî, tiştên li vir jiyam, bandoreke mezin li min kiribûn."
Ateş anî ziman ku wê nema kariye li Stenbolê îdare bike û biryar daye vegere Pirsûsê û diyar kir ku ji bo tevlî xebatên li vê derê bibe wê ji karê xwe yê li sektorê taybet îstifa kiriye. Ateş ragihand ku ji bo li wargehan bixebite ew hatiye û got, "Hevalek li vê derê dixebitî diviyabû vegeriya Stenbolê. Ez jî li vir ket şûna wî/ê hevalê. Niha li wargeha ji konan a Rojava dixebitim."
HER TIŞTÊN ZAROKAN KÊM IN
Ateş da zanîn ku jin û zarokên li wargehan bandoreke mezin li wê kiriye û got, "Zarok li ser xîzê dilîzin. Dema em karê belavkirinê dikin zarok tên didin dû me û vê yekê vediguherînin lîstikê. Pêlîstokên wan nîne. Tiştekî ku karibe pêlîstokan jê çêbike jî nîne. Li vê derê gelek tiştên zarokan kêm in. Qadeke şînkahî nîne, mirovên bi wan re eleqedar bibin nîne, materyalên pê bilîzin nîne." Ateş diyar kir ku ew kar bi jinên ciwan ên Kobaniyî dimeşînin û got, "Hemû ehvalên me yên wezîfedar, jinên ciwan in. Hemû xwedî hişmendiyeke ku hevalên ji partiyê hînî wan kirine. Ev jin, bi awayekî xwezayî li hemberî pirsgirêkan bi serbilindî têdikoşin û di nava kar de cih digirin. Halbûkî bi qasî zarokan şer bandor li wan jî kiriye."
DI NAVA DILDARAN DE HOLLANDÎ JÎ HENE
Ateş da xuyakirin, ku girîngiya Kobanê bêyî kirina karekî nayê fêmkirin û got, "Divê mirov werin vê derê, bikeve binê vî barî. Li vir hevalê Hollandî jî heye. Bi tenê Îngilîzî dizane û gelekî kêm bi Tirkî dizane. Lê belê ji bo tiştekî bike hatiye vê derê. Nezanîna ziman yan jî cihê tu jê hatî ne girîng e. Ya girîng mirov bi kîjan niyetê hatiye û dikare çi bike ye."