Edûla Beko Etto ya ji Kobanê, hesreta xwe ya li Kobanê û kurê xwe bi vê gotinê tîne ziman: "Ji bo min bibin Kobanê û veşêrin ev 15 roj in min xwarin nexwariye û min got bila êdî Xwedê canê min bistîne, ku li Kobanê ya xwe bêm veşartin."
Di nava şer de bandora şer herî zêde xwe li ser derûniya dayik û zarokan dide xuyakirin. Her çiqas heta îro bajarê Kobanê bi awayekî cidî neketibû rojeva çapemeniyê de jî, di nava van 3 salên dawî de Kobanê bi kirin û berxwedana xwe li cîhanê navê xwe bi tîpên zêrîn da nivîsand. Di nava berxwedana Kobanê de gelek zarokan bav û dayikên xwe winda kirin û gelek dayik û bavan jî keç û xortên xwe spartin axê.
Dayikên şervanên YPJ/YPG'ê di nava wargehan de bi tenê ne li hemberî şert û mercên jiyanê yên zehmet li ber xwe didin, her wiha li pêşberî hesreta şervanên xwe, li pêşberî hesreta welatê xwe jî li ber xwe didin. Dayika Edûla Beko Etto (70) ya ji gundê Girikê yê Kobanê ye û niha li wargeha Şehîd Gelhat de dimîne got ku kurekê wê di nava şervanên YPG'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest daye û kurekî wê jî niha di nava şervanên YPJ/YPG'ê de di berxwedana Kobanê ya li hemberî terorîstên DAIŞ'ê de şer dike. Dayika Edûla hestên xwe û hesreta xwe ya li hemberî warê xwe û zarokên xwe anî ziman. Dayika Edûla got 'Dixwazim zû bimirim û min li Kobanê li cem zarokên min veşêrin. Kobanê bihara gelane, Kobanê dermanê birîna ne."
'Ez dayika Şoreşgeran im'
Dayika Edûla got ku du kurên wê di nava şervanên YPJ/YPG'ê de bûn û kurekê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: " Ez dayika şoreşgeran im, dayika şehîdan û dayika şervana me. Şoreşgerê min niha li gundên Kobanê li hemberî dijmin li ber xwe dide. Ez kî me dayê? Ez niha ketime di nava vê jiyanê de. Ji ber cehşan, ji ber keran em koçber bûn. Em ji wê jiyana zêrîn koç bûn û niha di nava konan de li destê xelkê dinêrin. Kobanê ax Kobanê! Kobanê ji birînan re derman e. Kobanê bi xwîna şehîdan hatiye şuştin."
'EV HEFT SAL IN WÊNEYÊ SEROK APO DI BÊRÎKA MIN DE YE'
Hestên xwe yên li hemberî Kobanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayika Edûlê wiha anîn ziman: "Ev heft sal in wêneyê Serok Apo di bêrîka min de ye û ez bi xwe re digerînim. Bijî Serok Apo, Bijî Serok Apo. Min soz daye ku eger vegerim welatê xwe ez ê heriya welatê xwe bixwim. Piştre jî xwe dirêj bikim ser heriya Kobanê û xwedê bila wê demê ruhê min ji min bistîne û min li kêleka kurê min veşêrin. Kobanê dermanê çavane, bihara dilan e, gula Mihemediye ya ku li ser dilê min şîn bûye ye. Ev 15 rojin min xwarin nexwariye ku min got bila Xwedê emanetê xwe ji min bistîne û min li Kobanê veşêrin. Kobanê, Kobanê, Kobanê, bes Kobanê."
'KOBANÊ BI XWÎNA ŞEHÎDAN HAT ŞUŞTIN'
Dayika Edûlê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em li vir çi dikin bila bikin, em serê sibehê heta êvarê goştî bixwin vala yei bes Kobanê min divê bes axa Kobanê hez dikim bixwim çi tiştên din min nevê. Ewqas keçên delal û xortên bejin bilind şehîd bûn li Kobanê. Ew keç û xortên hêja li ser axa Kobanê xwîna xwe rijandin. Ne hindikin lawê min ne hindik e. Kobanê bi xwîna wan hat şuştin. Min bibin Kobanê Kobanê."