Wêneyên ji operasyona Til Hemis
Operasyona şervanên YPG/YPJ’ê ya li Til Hemis, Cezaa û Til Temir ên girêdayî kantona Cizîrê bê navber didome.
Operasyona şervanên YPG/YPJ’ê ya li Til Hemis, Cezaa û Til Temir ên girêdayî kantona Cizîrê bê navber didome.
Operasyona şervanên YPG/YPJ’ê ya li Til Hemis, Cezaa û Til Temir ên girêdayî kantona Cizîrê bê navber didome. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)’ê yên li Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin jî li hember gundên girêdayî Til Hemis ên di destê çeteyên DAIŞ’ê de tevlî operasyonê dibin.
Di operasyona ku ji gelek aliyan ve hat destpêkirin, baskek operasyonê ji aliyê şervanên YPG/YPJ û YBŞ’ê ve bi awayekî hevpar li hember herêma li sînorê Rojava û gundê Xanesor ê dikeve bakurê Çiyayê Şengalê didome.
Operasyona Til Hemis bi azadkirina 22 gundên li başûrê Qamişlo Til Hemis destpê kir. Heman rojê li herêma bakurê Çiyayê Şengalê heta Til Hemis jî hêzên YBŞ’ê operasyoneke hevpar dan destpêkirin. Ji gundên Barê û Xanesor ên li bakurêrojavayê Çiyayê Şengalê heta Rojava diçe, di nav de ku gundê Qasim jî heye bi dehan gund ji aliyê hêzên YPG/YPJ û YBŞ’ê ve hatin rizgarkirin.